Partiya Çep a Kesk li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê vekir
Partiya Çep a Kesk li Erdîş, Westan, Bêgirî, Ebax û Payizava buroyên hilbijartinê vekirin û banga mezinkirin têkoşînê kir.
Partiya Çep a Kesk li Erdîş, Westan, Bêgirî, Ebax û Payizava buroyên hilbijartinê vekirin û banga mezinkirin têkoşînê kir.
Partiya Çep a Kesk li navçeyên Erdîş, Westan, Bêgirî, Ebax û Payizava yên Wanê buroyên hilbijartinê vekirin. Bi sedan kes tevlê vekirina buroyan bûn.
Merasîma vekirinê li navenda navçeya Erdîşê bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi sedan kesên beşdarî vekirinê bûn dirûşma "Şehîd namir" berz kirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Harûn Okay li vir axivî û got: “Em dixwazin hemû girtiyên siyasî di serî de Abdullah Ocalan bê berdan. Heta ku em li ber xwe bidin em ê vê jî derbas bikin. Ji ber vê yekê li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye û ji bo serkeftina vê hilbijartina dîrokî divê em her tiştî bikin. Qetlîam û çewisandina ev çend sal in tê meşandin wê bi vê hilbijartinê bi dawî bibe. Tevî hemû zext û zordariyan gelê Kurd li ber xwe dide.”
Piştre Hevseroka Bajêr a Partiya Çep a Kesk Gonûl Uzunay axivî û got: “Gelê me ji zindanan heta bajaran, ji taxan heta kolanan li her qadê li ber xwe dide. Tevgera Kurd bi salan e li berxwe dide û ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe. Divê her kes, jin û ciwan li dijî desthilatdariya faşîst vê têkoşînê mezin bikin. Em ê bi Partiya Çep a Kesk re vê têkoşînê bidomînin."
Li navenda navçeya Ebexê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Beriya vekirina ku gelek kes lê amade bûn, govend hatin gerandin. Piştre buro ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vekirin. Dîsa li Bêgirî, Westan û Payîzavayê bi beşdariya sedan kesî merasîmên vekirina buroyan hatin kirin.
Vekirina buroya navendî ya Partiya Çep a Kesk wê li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar sibe bê kirin.