Partiya Çep a Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir
Partiya Çep a Kesk li navçeya Riha Xelfetî buroya pêwendiyê ya hilbijartinê vekir.
Partiya Çep a Kesk li navçeya Riha Xelfetî buroya pêwendiyê ya hilbijartinê vekir.
Di vekirina ku bi tevlîbûna girseya gel pêk hat de, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Şeniyên bajarok ku li ber avahiya buroyê kom bûn bi daholê govend gerandin û bi çepik û coşeke mezin vekirina buroyê pîroz kirin. Hevserokê HDP’a Xelfetiyê Mehmet Yildirim di vekirina buroyê de axivî û diyar kir ku ew bûne pêşengên ewil yên aştiyê û wiha got: “Em bi têkoşîna gelê Kurd, jin, ciwan û gelan hatin van rojan. Ji ber ku partiya me HDP di bin xeteriya girtinê de ye, em ê bi Partiya Çep a Kesk re bikevin hilbijartinan.”
Piştî daxuyaniyê buroya hilbijartinê hat vekirin. Piştî vekirina buroyê jî girseyê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên, 'Jin jiyan azadî' vekirina buroye pîroz kirin.