Partiya Çep a Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Karşiyakayê de axivî û got: “Bi guhertina nav, me lîstokên faşîzmê xira kir.”
Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Karşiyakayê de axivî û got: “Bi guhertina nav, me lîstokên faşîzmê xira kir.”
Partiya Çep a Kesk li taxa Şemîklerê ya Karşiyakayê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Karşiyakayê, hevberdevkên Partiya Çep a Kes a Karşiyakayê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Bi sedan kes li ber defê govend gerandin.
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî vekirina buroyê bûn, peyamên aştiyê dan.
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Karşiyakayê Gulderen Çevîral got: “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wê bibînin ku em hewl didin çi bikin. Li gel ku hewl didin li ber me asteng danin jî, em ciwan, jin û yên ku xwe ne ewle dibînin bi hev re van astengiyan derbas bikin.”
Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan jî anî ziman ku AKP hewl dide bi milyonan HDP’yî bê alternatîf bihêle. Altan diyar kir ku HDP ji bo ku bi milyonan kes bê alternatîf nehêle, bi Partiya Çep a Kesk re beşdarî hilbijartinan bûne û wiha got: “Me bi guhertina nav re lîstokên faşîzmê xira kir. Em dixwazin bi awayek xurt biçin Meclîsê. Lewma divê bi hev re bixebitin. Bila ev buroya hilbijartinê bibe navenda wê taxê. Em ji her kesê re qala partiya xwe bikin. An serkeftin, an serkeftin.”