Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê da

Partiya Çep a Kesk li Hataya ku ji ber erdhejê hilweşiya di konê de starta hilbijartinê da û got, "Em ê vê nîzama xerabûyî hilweşînin û gel wê bi ser bikevin."

Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê ya li Hatayê da. Civîna starta hilbijartinê, li navçeya Defneyê di bin konekî de hate lidar xistin. Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Herêmên Demokratîk û nûnerên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan beşdarî civînê bûn. 

‘EM Ê VÊ PERGALÊ HILWEŞÎNIN’

Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş axivî û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Ateş, got ku ew starta hilbijartinê didin û ev tişt anî ziman: “Em soz didin ku dê bajarê xwe û xwe jî jinûve ava bikin. Em di bin siya herêmên erdhejê de dikevin hilbijartinê. Ev bajar, ji ber biryarên xelet, qadên li ber rantê hatine vekirin û efûyên îmarê yên desthilatdariyê ketin vî halî. Lewma yên ku rê li ber vê komkujiya mezin vekirî, desthilatdarî bi xwe ye. Me jî di stratejiya hilbijartinê de ev mijar tevek vegotin. Em dibînin ku dawiya rejîma AKP-MHP’ê tê. Mafên jiyan û vehewînê hatiye binpêkirin. Em ê bên û bi hev re biguherînin. Em ê vê pergala xerab hilweşînin.”

Ateş, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa li xwe vegerînin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi ciwanan, bi jinan re tên. Em ê bi piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bên. Rêya me dirêje û serdemeke zehmet e. Lê em ê bi hev re têbikoşin û ser bikevin.” 
 
Piştî xwendina stratejiya hilbijartinê, civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.