Partiya Çep a Kesk li Amedê buroya hilbijartinê vekir

Partiya Çep a Kesk, li navçeya Rezanê ya Amedê buroya hilbijartinê vekir.

Partiya Çep a Kesk, li navçeya Rezana Amedê buroya hilbijartinê vekir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Remziye Tosûn, Dersîm Dag, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Feleknaz Ûca û Hevserokên HDP'a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan beşdar bûn. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê Hayrettîn Altûn, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP’a Êlihê û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD FED) MEBYA-DER û MED-DER û gelek nûnerên sazî dezgehan li wir amade bûn.

‘EM Ê DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ BINÎN‘

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Amedê Abbas Şahîn jî bal kişand ser faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser gelê Kurd û got: “Piştî demeke kin, em ê vê faşîzma AKP-MHP’ê ji vî welatî rakin. Em ê li vir ronahiya ewil vêxin. Roj ewil li vir dertê, em li navçeya Rezanê bi gelê xwe re buroya vedikin. Em bi gelê xwe re û bi gelê Tirkiyeyê re demokrasî û aştiyê bînin. Bi taybetî jî faşîzma AKP-MHP’ê û tifaqa bi navê Cumhûrê ku wek tifaqa şer û ewrên reş li ser vî welatî digerin. Têkoşîna vî gelî ji hemû cihanê re bû hêviyeke mezin û dê bi hêviyên mezin bidome. Em ê hemû bi hev re di 14’ê Gulanê de faşîzma AKP-MHP’ê birûxînin.”

VEJÎN PÎROZ BE

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî bal kişand ser girîngiya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Îro rojbûna gelê Kurd e, hêviya azadiya gelê Kurd e. Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, xurtkirina hêviya wekheviyê, xurtkirina têkoşîna hebûna gelê Kurd e. Ji ber vê yekê îro li çar aliyê Kurdistanê û li çar aliyê cihanê wek têkoşîna gelê Kurd tê pîrozkirin û em dibêjin vejîna me hezar carî pîroz be. Em ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin. Helbet ev hilbijartin tenê ne ji bo ciwanan, ne ji bo jinan û ne jî ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hilbijartineke dîrokî  ye û di heman demê de bi wate ye. Di vê hilbijartinê de gel, dê jin û ciwan ji vê dîktatoriyê re, ji vê bişaftinê re, ji vê tunehesibandina vîna gelê Kurd re bibêje êdî bes e."

Dag, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dîrok dê tu carî faşîst û desthilatdaran nas neke û wê gelê Kurd û jinên Kurd bibîr bîne.