Partiya Çep a Kesk danasîna namzetên xwe kir: Em ê deriyê biharek nû vekin

Partiya Çep a Kesk namzetên xwe yên parlamenteriyê da nasîn û peyama, “Em ê di 14’ê Gulanê de deriyê biharek nû vekin“ da.

Partiya Çep a Kesk namzetên xwe yên parlamenteriyê da nîsin. Lansmana danasînê li Navenda Giştî ya Odeya Endezyarên Înşaetê hat lidarxistin. Hevberdevkên Giştî yên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û rêxistinên sivîl tev li merasîma danasînê bûn.

Pankartên dirûşmeya hilbijartinê “Dîsa em” û “Dîsa jin, dîsa jiyan” li salonê hatin daliqandin. Di lansmanê de ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di şahiya danasînê de axivin. 

SANCAR: EM Ê LI DIJÎ ŞER AŞTIYÊ BÎNIN

Ewilî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û wiha got: “Em li dijî her cûre zextan, zilmê û lîstokan li vir in. Em li ser pêya ne. Bila ev jî ji hemû zaliman re bibe derd. Guhertin û veguhertin di destê me de ye. Em ê li dijî şer aştiyê bînin. Rêya me vekirî be.”

ÛÇAR: EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi zaravayê kirmanckî ango zazakî beşdaran silav û destnîşan kir ku ew ê hemû bi hev re bi ser bikevin û ew ê ji bo welatek demokratîk têbikoşin.

AKIN: BIHAREK NÛ LI BENDA ME YE

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî anî ziman ku ew li dijî lîstokên desthilatê derketine rê û niha dema dema Partiya Çep a Kesk e. Akin diyar kir ku ew ê bi gelan re têbikoşin û wiha got: “Hemû netew, reng, bawerî, ziman û çand di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de civiyane. Em ê di bin siya vê darê de bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin. Em ê di 14’ê Gulanê de deriyek nû vekin û biharek nû pêşwazî bikin. Ev serkeftin wê bibe serkeftina hemû kesî.“

BULDAN: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî bi silavkirina siyasetmedarên girtî dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku ew ê qet serî û çongan daneynin û li dijî vê îktidara têkçûyî bîat nekin.

Di lansmanê de ewilî parlamenterên serdema 27’emîn ango parlamenterên HDP’ê derketin ser dikê û beşdaran silav kirin.

Piştre namzetên parlamenteriyê yên 81 navendan bajêr bi bajêr navê wan hat xwendin û derketin ser dikê û danasîna wan hat kirin. Şahî bi girtina wêneyê komî bi dawî bû.