Partî, komele û sendîkayan ji bo piştgiriyê serdana HDP’ê kirin

Li dijî êrîş û provokasyonan gelek partî, komele û sendîka çûn serdana HDP'ê û peyama piştgiriyê dan.

Li dijî provokasyon û êrîşên polîsan ên li hemberî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan li avahiya partiyê ziyaretên piştgiriyê pêk anîn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu, Alîkarê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tûncer Bakirhan û Hevberdevkê Komîsyona Siyasî ya HDP’ê û STK’ê Sûltan Oz şandeyên hatibû serdanê pêşwazî kirin.

DAD: ÊRIŞ LI DIJÎ ME HEMÛYAN E

Di şandeya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) de Mûrat Işik, Sevgî Kîşîn û Mûstafa Karabûdak cih girtibûn. Li ser navê şandeyê Işik axivî û got; “Em wek Navenda Giştî ya DAD’ê siyasetên dewletê yên kirîmînalîzekirina HDP’ê şermezar dikin.” Işik di dewamê de bal kişande ser armanca êrişan û diyar kir ku êriş li dijî gelên me, baweriyên me, raya demokratîk û têkoşîna me hatiye kirin û got ku pejirandina van êrişan ne pêkan e.

TOP: EMÊ LI BA HEV BIN

Li ser navê şandeya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Ezgî Gurer axivî û got ku divê alîkarî û piştewaniya hevûdu mezin bikin. Gurer tekez kir ku ew li rex HDP’ê ne û ewê wê bi tenê nehêlin û ji bo hevparkirina piştgirî û têkoşînê û ji bo bilindkirina ala têkoşînê emê li ba hev bin.

ÎHD: LI BER KAMERAYAN GEFÊN KUŞTINÊ HATIN XWARIN

Hevserokê Giştî yê HD Ozturk Turkdogan, Serokê Akademiya Mafên Mirovan a ÎHD'ê Husnu Ondul, Endama Desteya Rêveber a Meclîsa ÎHD’ê Nuray Çevîrmen di şandeya Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih girtin. Li ser navê şandeyê Turkdogan axivî. Turkdogan diyar kir ku hewldana provakasyonê ya li hemberî HDP’ê mijareke ku divê ders jê bê derxistin û got ku berpirsê polîsan li ber hemû kamerayan gefa kuştinê li Berdevka Meclîsa Jin a HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwar.

Turkdogan wiha axaftina xwe domand; “Ev jî nîşan dide ku Tirkiye êdî ji kontrolê derketiye. Divê hikûmet dest ji siyaseta şer berde. Newroza îsal bi rastî jî şansek pir girîng bû. Li Tirkiyê piştî demeke dirêj cara yekemîn girseya bi vî rengî banga aştiyê kir û xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Hikûmetê dikaribû vê yekê binirxanda, lê xuyaye ku Tifaqa Komarê dîsa bi afirandina stratejiyeke aloziyê dixwaze bi vî rengî biçe hilbijartinan. Ev êrîş ancax bi hevgirtinê dikarin bên astengkirin. Ger hikûmet xwedî stratejiyeke aloziyê be, divê muxalefet jî xwedî stratejiyeke li dijî wê be. HDP dînamîka sereke ya siyasî ya Tirkiyê ye. HDP tifaqa demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku bi vî rengî tifaqa sêyemîn a mezin a Tirkiyê were têkbirin, em vê yekê şermezar dikin."

EHP: EMÊ ÊRIŞAN VALA DERXÎNIN

Rêvebera Navenda Giştî ya Partiyê Sanem Denîz Kural û endama partiyê Rûya Înanir di şandeya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) de cih girtin. Li ser navê şandeyê Kural axivî û got, “Em li cem HDP’ê ne. Em ê bi têkoşîn û yekîtiya xwe van provakasyonan pûç bikin. Bijî hevgirtina me."

KESK: EWÊ BIÇIN

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê di şandeya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û nûnerên sendîkayên girêdayê konfederasyonê de cih girtin.

Şande ji Sekreterê Giştî yê KESK'ê Şenol Koksal, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) Îkram Atabay, Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher Koyûn, Sekreterê Giştî yê BES'ê Azîz Ozkan pêk dihat. Li ser navê şendeyê Koyûn û Koksal axivîn. Koksal got, “Ev wisa nameşe. Desthilatdarî  têk diçe. Em êrîşê şermezar dikin.” Koyûn jî axivî û got, “Êrîşeke dijwar heye. Em ê weke hemû şoreşger, demokrat, kedkar û jin dengê xwe bilind bikin. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP’ê, li dijî hemû jinan û mûxalefetê ye. Helwesta KESK'ê ya li hemberî vê diyar e. Em bi hev re ne, ew ê biçin, em ê bimînin."

Berdevkê Însiyatîfa 78'an a Enqereyê Ramazan Gezgîn û endamê Desteya Rêveber a Bajêr Mahmût Emîn Avcî di şandeyê de cih girtin. Şandeyê peyama hevgirtinê da.

EMEP: HER KU DESTHILAT TÊK DIÇE HER RÊBAZÊ DICERIBÎNE

Di şandeya Partiya Kedê (EMEP) de Serokê Giştî Ercument Akdenîz û Seroka Bajêr a Enqereyê Şukran Dogan cih girtin. Li ser navê şandeyê Akdenîz axivî û ragihand, “Em weke EMEP’ê bê şert û merc li dijî hemû êrîşên li dijî HDP’ê ne. Polîs weke gef û heqaret gotina “ezê te bizmar bikim” ji parlementerekê re dibêje. Ya ku li vir tê îfade û armanckirin biratiya gelan e.”

Akdenîz di dewamê de anî ziman ku ev gef û êriş li hemberî hemû gelan e û wiha pêde çû; “Her ku desthilat têk diçe, rêbazên bi vî rengî zêdetir diceribîne. Dixwaze di şert û mercên rewşa awarte de welat ber bi hilbijartinan ve bibe. Em ê zanibin bê ka wana çawa vala derxînin. Em ê hemû bi hevre bin. Îro 6’ê Gulanê bû, di salvegera qetilkirina Denîz’an de em bi hev re li goristana Karşiyakayê bûn. Çawa ku di gotinên dawî yên Deniz’an de hate ziman, bijî têkoşîna serxwebûnê ya gelên Tirk û Kurd! Em ê ti carî ji vê rê dernekevin. Em ê bi hev re demokrasiyê biparêzin."

SANCAR: NÎŞANEYA BÊ ÇARETIYÊ YE

Mîthat Sancar di dema serdanan de axivî û got, “Ev demeke dirêj e em dibêjin dibe ku êrîşên bi vî rengî pêk werin. Ev êrîş bi giranî li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyê tên kirin. Li ser HDP’ê re dixwazin li Tirkiyê bi feraseta otorîter siyaset û civakê dîzayn bikin. Ev êrîş nîşaneyên bêhêvîtî, bêbextî û tirsonekiyê ne. Her ku HDP mezin dibe, nizanin wê çi bikin. Her ku êrîşên wan têk diçin ew bêtir hêrs dibin. Ev têkoşîn wê bi we re, bi hêzên demokrasiyê re hîn xurtir bibe. Ev jî wê lîstikan vala derxîne. Têkoşîna avakirina pêşerojê li ser hemwelatiya azad û wekhev wê bi hev re bi ser bikevin. Tu gumana me ji vê yekê tune.”

'DIVÊ EM DI TÊKOŞÎNA HEVPAR DE BIRYARDAR BIN'

Sancar anî ziman ku haya wan ji kaos û planên provakasyonê yên hikûmetê heye û got, “Me bi hev re mînakên êşê jî dîtin. Di van planan de ya herî xedar jî qetilkirina hevrêya me Denîz Poyraz bû. Ji bo pûçkirina van provakasyonan, israra di siyaseta demokratîk de û biryardariya di armanca têkoşîna herî berfireh a demokratîk a hevpar de esas e. Em weke partî bi sekna xwe û piştgiriyeke xurt a gel bawerin. Lê di heman demê de bi hêzên demokrasiyê re em teqez di wê baweriyê de ne ku li vî welatî potansiyela têkbirina van hemû planan heye.”

Sancar diyar kir ku serdan hêz û moral daye wan û ragihand ku ew ê bi hev re têkoşînê bidomînin.

Gunay bal kişande ser alîkariya ku li hemberî hewldana provakasyonê hatiye kirin û wiha got: “Em ê bi hêza ku hevalên me yên ku bi hev re têdikoşin û mil bi mil li qadan dixebitin, vê pêvajoyê bi hev re bi ser bixînin. Ji bo me pir girîng e ku we li rex xwe bibînin. Têkoşîna bi hev re li dijî êrîşên desthilat ji bo pêşeroj û demokrasiya Tirkiyê gelekî girîng e. Ev hevgirtin e ku hewldanên wan pûç dike.”