Parlementerê berê yê Alman greva birçîbûnê ya 46 rojan vegot

Parlementerê berê yê Alman greva birçîbûnê ya 46 rojan vegot

Piştî derbeya 12’yê Îlonê ya li Tirkiyeyê pêk hat, ji bo îşkence û zextên cûntayê ji raya giştî ya cîhanê re rabigihînin cîhanê, li Almanyayê nêzî 50 kesan dest bi greva birçîbûnê kir. Parlementerê Eyaleta Hessen ê SPD’yê Tûrgût Yuksel jî yek ji van çalakgeran bû 46 rojan di gireva birçîbûnê de ma. Yuksel ji ANF’ê re behsa çalakiya xwe ji ANF’ê kir û got: “''Greva birçîbûnê çalakiyek wisa ye ku asta herî dawî ya bêçaretiyê ye û ji bilî wê tu çareyek din namîne.”

Di dema derbeya 12’yê Îlona 1980’ê li Tirkiyeyê pêk hat, gelek kes ji bo xwe ji derbeyê rizgar bikin, li welatên din ên cîhanê bi cih bûn. Yek ji van welatên ku van kesan heweand Almanya bû. Komek ji penaberên siyasî yên ku hatin Almanyayê ji bo hevalên xwe ji cûntayê rizgar bikin, dest bi greva birçîbûnê kirin. Grev berfanbara 1980^ê dest pê kir. Ev grev li Almanyayê piştî 2’yemîn Şerê Cîhanê grev herî mezi na Almanyayê bû. Tûrgût Yukselê di wê demê de 24 salî bû.

Yuksel da zanîn ku ji bo ew îşkence û zextên derbeya 12’yê Îlonê ji raya giştî ya cîhanê re rabigihînin ketibûn greva birçîbûnê û got: “Me çalakiyê bi 50 kesan da destpêkirin, lê her roj zêde bû û gihişt 100 kesî. Ez yek ji kesên destpêkê bûm. Greva birçîbûnê ya ku di dêrek a li Frankfûrtê de dest pê kir, piştre di roja 34’emîn de birin Bonnê. Çalakî li vir ketibû rojeva Almnayayê.

Tûrtût Yuksel bi bîr xist ku ew 46 rojan di greva birçîbûnê de ma û çalakiya herî kêm ya wî bû û got: “Di çalakiyê de me tenê av û çayê vedixwar. Hin hevalên me ava fêkiyan û çayê vedixwarin. Piştî 9 rojên destpêkê mirov rehetir dibû” û wiha domand:

'ÇALAKIYÊN DI GIRTÎGEHÊ DE JI YÊN DERVE ZORTIR E'

"Xwelibernegirtina çalakiyê girêdayî bedena mirov e. Jixwe hûn her tim rûnin ev yek zortir dibe. Ez her tim digeriyam, min tevger dikir. Bi vî awayî dem zûtir diçû û bedena min baştir li ber xwe dida. Ji ber vê jî çalakiyên di girtîgehan de zortir e. Ji ber ku tevger û hewaya paqij ji bo çalageran girîng e.”

Tişta ku di van çalakiyan de mirov li ser lingan dihêle baweriya wan e. Ger hûn bawer nekin hûn nikarin ewqas bidomînin. Ji ber vê jî me dizanî çalakiya me çiqas rast û di cihê xwe d ye. Piştî çalakiya me ji Almnayay delegasyon çûn Tirkiyeyê, raya giştî ji cûntayê haydar bû. Bi vî awayî piraniya daxwazên me pêk hatin, di dawiyê de hin hevalên me ji îşkenceyê rizgar bûn."

'ŞOPÊN ÇALAKIYÊ DI HIŞÊ MIN DE NE'

Tûrgût Yuksel bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku niha di girtîgehên Tirkan de berdewam dikin û got: ''Em dizanin şertên jiyanê yên li wir pir zor in. Ji ber vê jî çalakiyeke bi vî awayî li wê derê pir zor e û bandorek kûrtir a wê heye. Ez bawer im ku dê çalakî xwe bigihîne roja 60’emîn û ji wir şûnde êdî xeter e."

Yuksel da zanîn ku hîna jî li ser laşê wî şopên greva birçîbûnê hene û got: ''Di gurçîska min de pirsgirêk derket, pirsgirêka şekir çêbû. Piştî dermankirine demdirêj ez gihiştim tenduristiya xwe. '' Yuksel ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a ku hîna jî berdewam dikin, wiha got: ''Greva birçîbûnê çalakiyek wisa ye ku asta herî dawî ya bêçaretiyê ye û ji bilî wê tu çareyek din namîne. Ji ber vê jî gotina ‘şowê dikin’ li hemberî van mirovan bêrêziyeke pir mezin e.”

TÛRGÛT YUKSEL KÎ YE?

Tûrgût Yuksel sala 1956’ê li navçeya Pilemûrîye ya Dêrsimê ji dayik bûye. Di 22 saliya xwe de hate Almanyayaê. Beşa civaknasî û zanîsta aboriyê ya Zanîngeha Frankfûrtê xwe. Yuksel bi salan e, ji bo projeyên jib o penaberan dixebite. Yuksel salên 1992-1996 bû endamê Meclîsa Biyaniyan a Frankfurtê, ji sala 1997’ê ve jî endamê Meclîsa Bajêr a Frankfurtê ye. Sala 2008’ê ji Partiya Sosyal-Demokrat (SPD) wek endamê meclîsa Eyaleta Hessenê hate hilbijartin. Lê piştî salekê SPD’ê di hilbijartinên pêşwext de bi ser neket, Yuksel jî nehat hilbijartin. Yuksel endamê Konferansa Îslamê ya Almanyayê ye jî.