Parlamenterên HDP’ê: Ne êrîşên desthilatdariyê wê berxwedana me bi ser bikeve

Parlementerên HDP’ê nerazîbûn nîşanî operasyonên li dijî HDP, HDK û GOÇÎZDER’ê dan û diyar kirin ku wê berxwedana wan bi ser bikeve.

Li 10 navçeyan di operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP, HDK û GOÇÎZDER’ê de bi dehan kes hatin destgîrkirin.

Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Serpîl Kemalbay têkîldarê biryara doza girtina HDP’ê û operasyonên siyasî yên ku her roj zêde dibin ji ANF’ê re nirxandin û diyar kirin ku welat ketiye nava aloziyek mezin a aborî û siyasî û gotin ku hikûmeta ku di nava tengaviyek mezin de ye, êrîşî Kurdan û têkoşîna demokrasiye dike.

‘ÊRÎŞ HER KU BIÇE DÊ ZÊDE BIBE’

Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku operasyon bi awayekî sîstematîk dewam dikin û got: “Ev tê wateya mizgîniya hilbijartinên pêşwext in.

Em dibînin ku operasyon bi rêkûpêk in, lê di van rojên ku hilbijartin nêzîk dibin, her ku diçe êrîş û zext jî berfirehtir dibin. Niha li Tirkiyeyê aloziyek mezin a aborî heye. Di heman demê de civak bi hawîrdora şer re ketiye qonaxeke pir teng û bi vê yekê re bloka faşîst a AKP-MHP’ê her roj dengên xwe winda dike. Lê ew jî dibêjin ku niyeta wan tune ku bi awayên cuda dest ji desthilatdariyê berdin.

Dema van hemûyan dikin, helbet ji bo HDP’ê ji aliyê siyasî ve ku xwedî rola sereke ye dikin hedefa êrîşan û dixwazin tasfiye bikin û bi vî rengî hinek rêya xwe vedikin. Li aliyekê bi komploya Kobanê û girtina dozê ya bi darazê re êrîşa paqijkirina siyasetmedaran tê kirin, li aliyê din jî bi operasyonên danê sibehê hewl didin HDP'ê bifetisînin, lê ev operasyonên ku 7 sal in tên meşandin, ji bilî hewldana krîmînalîzekirinê ne tiştekî din e. Ev yek heta niha tu encam nedaye. Êdî ew ê encam jî nede. "

‘DIVÊ XWEDÎ LI HDP’Ê BÊ DERKETIN’

Kemalbay anî ziman ku raya giştî ya demokratîk xwedî li HDP’ê derdikeve û destnîşan kir ku divê ev yek hîn zêdetir were kirin û got: “Pêwîst e hîn zêdetir xwedî li HDP’ê bê derketin. Ji ber ku ev êrîş bi temamî siyasî ye, mîna biryarên Doza Geziyê û êrîşên li dijî berxwedana Geziyê ye. Tevî van hemûyan jî wê nikaribin me bêdeng bikin, nikaribin gavekê jî bi paş de bi me bidin avêtin. Yanî ji bo guhertina vê bloka faşîst û avakirina civakeke demokratîk weke heta niha em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.”

‘DÊ NEKARIBIN TÊKOŞÎNA HDP’Ê ASTENG BIKIN’

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî operasyon şermezar kir û wiha axivî:

“Ez hem serdegirtin û şikandina deriyê HDK’ê, hem talankirina hemû navendan, hem jî destgîrkirina hevserok û rêveberên me yên HDP’ê yên bajêr û hem jî operasyona li dijî GOÇÎZDER’ê şermezar dikim. Em dibînin ku desthilatdariya AKP’ê ku ketiye nava tengaviyek hîn zêdetir êrîş dike û zextan zêde dike. Helbet em baş dizanin ku ji ber HDK û HDP’ê navenda maxalefeta demokratik e ji bo bêdengkirin, krîmînalîzekirin û astengkirina siyasî van operasyonan pêk tînin. Ev operasyon ne yên yekemin û ne jî yên dawîn in."

Koçyîgît diyar kir ku polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê her ku diçe zêde dibe û got ku ev zext û êrîş dê gavek wan ji têkoşînê bi paş de nede avêtin û wiha dewam kir:

“Ne mimkûn e ku têkoşîna me asteng bikin. Li welat krîzeke aborî ya giran heye. TÛÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê pir hindik zêde kir. Ji ber ku wê di meha tîrmehê de careke din behsa zêdekirina bihayan bê kirin û ev zêdebûn wê li gorî enflasyonê bê diyarkirin. Ev yek jî dê rastî nerazîbûna gel were. Ji bo van hemûyan bitepisînin, bi krîmînalîzekirina HDP'ê her tim hewl didin rojevên din biafirînin û bi rastî jî qadên îtîrazê yên sereke yên civakê tepeser bikin û bêdeng bikin.

Hûn dibinin bi carek re li dijî Başûrê Kurdistanê şer îlan dike û dagir dike, carên din gefan li Rojava dixwe û dibêje ez ê têkevim wir. Ger ku nikaribe van tiştan bike an jî li vir asê bimîne, bi zextê li HDP, HDK’ê û hemû pêkhateyên demokratîk ên ku navenda muxalefeta demokratîk a li welêt e, hewl dide bi pêş ve biçe û li ser desthilatdariyê bimîne.”

‘EW Ê TÊKOŞÎNA ME DESTHILATDARIYA ZALIMAN HILWEŞÎNE’

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ev zext hemû ne ji ber ku hikûmet bi hêze dike, ji ber windakirina desthilatdariyê ye û got.

“Pêdivî ye ku em bi taybetî diyar bikin ku, ev ne ji ber hêzek e, di bingeh de lawazbûn, xapandinên hêzek westiyayî û xema girtina desthilatdariyê ye. Çi dibe bila bibe, Kurd, Elewî, HDP’ê û mûxalefeta vî welatî ti carî li hemberî van zextan bêdeng nabin. Ev berdewamiya konseptek e ku ji sala 2015’an vir ve heye. Li aliyê din ev hemû jî nîşan dide ku hilbijartin nêzîk dibe. Em bi hikumeta re ku bi fikra ketina hilbijartinê bi nivîsandina van hemû zextan û bi tirsandina mûxalefetê, krîzeke siyasî ya kûr dijî re rû bi rûn e. Lê ji ber ku têkoşîn û berxwedana me heye ku krîza siyasî rû dide. Ji ber vê yekê têkoşîna me bêguman wê desthilatdariya zaliman hilweşîne.”