Parka Gezî li gel hat girtin

Parka Gezî li gel hat girtin

Parka Gezî weke her êvara Şemiyê careke din ji aliyê polîs ve ji bo gel hat girtin. Polîsan bi mertalan êrîş bir ser girseya ku bi armanca proteskirina parkê li ser derenceyên di ketina parkê de çalakiya rûniştinê pêk dianîn.  

Parka Gezî weke her êvara Şemiyê careke din ji aliyê polîsan ve ji bo gel hat girtin.  Polîsan bi mertalan êrîş bir ser girseya ku bi armanca proteskirina parkê li ser derenceyên di ketina parkê de çalakiya rûniştinê pêk dianîn. Gel di ketina parkê de “Ev hîn destpêk e, têkoşîn berdewam e” û “Her cih Taksîm her cih berxwedan” qîriyan.

Her wiha hat dîtin ku polîsan li ber Qada Taksîm û Lîseya Galatasaray pirr tedbîrên girtine.