'Saziyên civaka sivîl di hedefa desthilatê de ne'
Nûnerê TÎHV Prof. Dr. Umît Bîçer bertek nîşanî operasyonên qiekirina siyas da û diyar kir, parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl di hedefa desthilatiya AKP-MHP'ê de ne.
Nûnerê TÎHV Prof. Dr. Umît Bîçer bertek nîşanî operasyonên qiekirina siyas da û diyar kir, parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl di hedefa desthilatiya AKP-MHP'ê de ne.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî zext û destgîrkirinên li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Çavdêriya Koçberiyê (GOÇÎZDER) li Şaxa ÎHD’a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Parêzvanên mafan ên destgîrkirî berdin” hatibû daliqandin. Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikulu, nûnerên TIHV’ê yên Stenbolê Umît Efe û Ûmît Bîçer, Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Şaxa Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî (SHU) ya Stenbolê û endamên Piştevaniya Parêzvanên Mafên Mirovan di daxuyaniyê de amade bûn.
Li ser navê beşdaran Nûnerê TÎHV’a Stenbolê Umît Bîçer daxuyaniya hevpar xwend. Bîçer, diyar kir ku zexta li ser parêzvanên mafan û rêxistinên civaka sivîl di demên dawî de zêdetir bûne û wiha dom kir: “Di serê sibeha 3’yê Hezîrana 2022’yan de endamê TÎHV û SHU’yê Bîlal Yildiz û ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Stenbolê Alî Koçyîgît jî di nav de, 22 endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê hatin destgîrkirin. Polîsan bi ser avahiya wan a li Stenbolê de jî girti û dest danîn ser alavên wan. Ji bo pirtûk û raporên wan jî biryara komkirinê hate dayîn. Yekane armanceke GOÇÎZDER’ê heye ku ew jî vegotina daxwazên jiyaneke însanî ye. Ji ber van xebatên xwe jî rastî tacîzên darazê, binpêkirinên derhiqûqî, girtin û destgîrkirinên keyfî tên. Her wiha rastî venihêrînên keyfî yên malî û îdarî tên.”
Bîçer, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybet jî qanûna têkoşîna li dijî terorê weke alavekî bi kar tînin û dixwazin bi vê zextê re qada sivîl bi temamî ji holê rakin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine tevbigere, parastvanên mafên mirovan biparêze û li dijî mafên mirovan rêz bigire. Em zext û tacîzên li ser parastvanên mafan şermezar dikin. Divê parêzvanên mafan ên destgîrkirî di zûtirin dem de werin berdan.”