Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger bersivek erênî ji Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê û dozgeriya Bûrsayê bê dê parêzer sibê biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (470 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirabûyî ye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.