Parêzerê sîxurê MÎT'ê Sayan, çeteyên DAIŞ'ê jî diparêze!
Sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tê darizandin. Parêzerê Sayan Marvîn Schroth di heman demê de parêzeriyê ji çeteyên DAIŞ'ê re jî dike.
Sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tê darizandin. Parêzerê Sayan Marvîn Schroth di heman demê de parêzeriyê ji çeteyên DAIŞ'ê re jî dike.
Doza li hemberî sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, roja Pêncşema bihurî li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dest pê kiribû. Çav li rê ye ku doz heta meha Cotmehê bidome û tê xwestin, Sayan heta 5 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin. Di gilînameya serdozgeriya federal de tê gotin, Sayan ê 32 salî ji sala 2013'an û vir ve ji bo îstîxbarata Tirk xebitiye û di berdêla vê de 30 hezar Euro pere girtiye.
Rûniştina dozê wê 21'ê Îlonê bidome. Sayan, piştî ku nûçeyên li ser wî li Yenî Ozgur Polîtîka û çapemeniya Kurd derket, 12'ê Kanûna 2016'an çû li Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal a li Hambûrgê serlêdana penaberiyê kir. Piştî ku li vê derê agahiyên girîng ên li ser pêwendiyên xwe yên bi MÎT'ê re da, hate binçavkirin û dûre hate girtin.
Parêzerê sîxur Sayan jî Marvîn Schroth e ku buroya wî li bajarê Karlsrûhe ye. Balkêş e Schroth parêzeriyê ji endamên DAIŞ'ê re jî dike. Yek ji muwekîlên Marvîn Schroth, endamê DAIŞ'ê Saleh A. ye ku doza wî hê li Dusseldorfê dewam dike.
WÊ DUSSELDORF BIKIRA GOLA XWÎNÊ
Hezîrana 2016'an, du xwekujên DAIŞ'ê plan dikirin ku li bûlwara Heînrîch-Heîne ya li Dusseldorfê xwe biteqîne û yê din jî bi çekan û teqemeniyan sivîlên li vir bikuje.
Lê belê polîsên Elman avêtin ser vê hucreya DAIŞ'ê ku amadekarî ji êrîşê re dikir û her du welatiyên Sûriyeyê binçav kir. Saleh A. jî, ku kesê sêyemîn ê vê lêpirsînê bû, li Fransayê piştî teslîmî polîsan bû, radestî Elmanyayê hate kirin.
Darizandina sê endamên DAIŞ'ê meha Tîrmeha bihurî li Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê dest pê kir. Parêzer Marvîn Schroth jî qebûl nekir ku têkiliya Saleh A. bi DAIŞ'ê re heye. Her wiha îdîa kir ku ew ne ji Sûriyeyê ye, lê ji Cezayîrê ye. Schroth her wiha agahiyên di dosya dozê de bi belgeyan hatine îspatkirin înkar kir û got, "Di dema ku tê gotin muwekîlê min li Sûriyeyê di kampên DAIŞ'ê de bû, li Cezayîrê leşker bû."