Di çarçoveya lêpirsînên cuda yên ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Stenbol û Tekîrdagê de, di 3'ê hezîranê de polîsan bi ser Komeleya Şopandina Goçê (GOÇÎZDER) de girtibûn û hevserokên komeleyê,endam û rêveber, her wiha rêveberên navçe û endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de bi giştî 58 kes hatibûn destgîrkirin.
DI DOSYÊ DE BIRYARA VEŞARTINÊ HEYE
Parêzerê GÖÇÎZDER'ê Ahmet Baran Çelîk di derbarê biryara dirêjkirina destgîrkirinê û sûcdariyên tên kirin de ji ANF'ê re axivî. Çelîk diyar kir ku 22 xebatkarên GÖÇÎZDER'ê hatine destgîrkirin û wiha got: "Niha 22 endamên me hatine destgîrkirin. Lê li gorî biryarê dozgeriyê ji bo 28 kesan biryara destgîrkirinê derketiye. Dibe ji bo hin endamên me yên li derveyê welat bûne yan jî di dema serdegirtinê de ne li malê ne. Endamên me 4 roj in di girtîgehê de ne û 4 rojên din jî biryara dirêjkirina destgîrkirinê hat dayîn. Ji bo yek ji wan, hêj pêvajoya îfadeyê dest pê nekiriye. Di dosyayê de biryara veşartînê heye û ji ber vê yekê derfeta me yê em dosyayê lêkolîn bikin tune ye. Ji ber ku derfeta me ya lêkolînkirina dosyayê tuneye û îfadeya kesî nehat girtin, em nizanin di dosyayê de çi sûc hene.”
PIRTÛK HATIBÛ QEDEXEKIRIN
Parêzer Çelîk diyar kir ku tekane agahiya wan nûçeyên medyaya alîgir e û wiha got: “Agahiyên ku di destê me de ne, tenê agahiyên ku medyaya alîgir di malpera xwe de belav kiriye. Li gorî wan sûcdarkirin ew e ku li ser bikaranîna komeleyê wekî maliye lêpirsîn tê kirin. Hat îdiakirin ku pereyên ku hatine wergirtin ji kesên nêzî rêxistinê re, ji bo malbatan hatiye şandin. Lê ev heye; Di çarçoveya projeyên ku komeleya me berê li ser wan xebitî de çend pirtûk çap kirine. Ev pirtûk hatin qedexekirin. Bi rastî, bi vê yeke re nîşanî me didin ku, armanca sereke qadên xebata me ne.
Ev pirtûk di heman demê de lêkolînên li ser kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û koçber bûne. Pirtûkek çîrokên van kesan vedibêje, ji bo van kesan rêbernameyek mafan û ji bo jinên di dema qedexeyên derketina derve de pirtûkek hat amadekirin. Ev pirtûkên qedexe ne. Niha dema ku em van herduyan bi hev re dinirxînin, her çendî bi sûc û îdiaya fînansekirina rêxistinê lêpirsîn hatibe destpêkirin jî, pirtûkên me yên qedexekirî nerehetiya li hember lêkolînan derdixin holê. Lêpirsîna ku ji ber vê aloziyê hat vekirin, armanc dike ku komeleyê bitirsîne û tine bike.”
DI DERBARÊ PENABERAN DE XEBAT DIMEŞÎNIN
Parêzer Ahmet Baran Çelîk, diyar kir ku GOÇÎZDER di van demên dawî de li ser koçberên Afgan û Sûriyeyî jî xebatên xwe dimeşînin û got ku ev yek ji qadên ku bi zêdebûna nîjadperestiyê re dibin hedef û wiha domand: “Komele di heman demê de ev du sal in li ser penaberan, bi taybetî penaberên Afganî û Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê xebat dide meşandin. Ji bo penaberan projeyên berpirsiyariya civakî pêk tîne. Di êrîşên li dijî van kesan de desteka hiqûqî dide. Wezîfeya wê jî heye ku di axaftinên nefretê yên li dijî penaberan de hişyariyê bide û rastiya agahiyên derew bi raya giştî re parve bike. Nijadperestî zêde dibe û ev jî nîşan dide ku qadên xebatê yên komeleyê di vê wateyê de hedef tên girtin.”