Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kirin.
Mazlûm Dînç, Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Îbrahîm Bîlmez ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan di hefteyê de du caran serî li van saziyan didin.