Parêzer Aryen Tûran hat destgîrkirin
Endama OHD’ê parêzer Aryen Tûran ku di Desteya Giştî ya Baroya Îzmîrê de bi daxwaza lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî, berdana girtiyên nexweş, axaftin kir û dirûşma “Jin jiyan azadî“ berz kir, hat destgîrkirin.

Parêzer Aryen Tûran a di Desteya Giştî ya Asayî ya 2022-2024’an a Baroya Îzmîrê ku 22’yê Cotmehê pêk hat de, li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) axivî û dirûşma “Jin jiyan azadî“ berz kir, hat destgîrkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, têkildarê Tûranê 24’ê Cotmehê dest bi lêpirsînê kir. Tûrana ku hat destgîrkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê.
Parêzerên OHD’ê, ji bo haydarbûna ji rewşa Tûranê, çûn Midûriyeta Polîsan.