Parastina bi zimanê zikamkî li benda Erdogan e

Parastina bi zimanê zikamkî li benda Erdogan e

Hat ragihandin ku pêşnûmeya yasaya ku di dadgehan de rê li ber parastin bi zimanê zikmakî ji bo şandina Meclîsê li benda vegera Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ku li derve yê welat e.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Wezareta Dadê ya Tirk xebatên xwe yên ji bo pênûşmeya yasaya ku di dadgehan de rê li ber parastina bi zimanê zikmakî vedike bi dawî kir. Ev yek di nava daxwazên girtiyên di grevên birçîbûnê de jî heye.

Gava ku bersuc bixwazin bi xwazin, li gel Kurdî, dikarin bi zimanên Lazî, Çerkezî, Boşnakî, Erebî û zimanên din parastinê bikin.

Di çarçoveya heman qanûnê de dê hevser û zarokên sê mehan carekê li cihek diyar 24 saetan hev du bibînin.