PÎK: Bi tifaqa HUDA PARê re lîstikeke nû tê lîstin

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PIK) Hikmet Serbilind diyar kir ku stratejiya Tifaqa Cûmhûr li sert tunebûna gelê Kurd hatiye avakirin û bi tevlîbûna Huda Parê re jî lîstikeke nû tê avakirin.

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hikmet Serbilind diyar kir ku ger desthilatdariya AKP-MHP'ê careke din bi ser bikeve, wê ji bo Kurdan siyaset zehmet be û got, "Eger Kurd bi tifaq û yekitiya neteweyî biçin hilbijartinan, wê ev lîstika AKP û MHP’ê têk biçe."

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hikmet Serbilind, têkildarî hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên di 14'ê Gulanê de ji ANF'ê re axivî. Serbilind diyar kir di bername û projeyên tifaqên Cûmhûr û Millet de ji bo çareseriya meseleya Kurdan pêşniyazên şênber tune û got “Nêzîkatiya Tifaqa Cûmhûr a ji bo pirsgirêka Kurd bi tevahî înkar û tinekirin e. Siyaseta xwe li ser tunebûna Kurdan ava kirine. Ger tifaqa Cûmhûr careke din were ser hukim, wê ji bo Kurdan qonaxeke pir dijwar dest pê bike. Stratejiya wan a siyasî li ser înkar û tinekirina gelê Kurd e. Tifaqek li ser esasê tinekirina hemû destkeftiyên Kurdan ên li çar parçeyan e. Wê ji her derê êrîşî Kurdan bikin. Divê em vê yekê baş bizanibin û hilbijartinan jî di vê wateyê de binirxînin."

DIVÊ BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ LI PÊŞ BIN

Serbilind diyar kir heke tifaqa me ya neteweyî ava nebe, him di warê tifaqên dewletê û him jî di tifaqên bi partiyên Tirk de jî em ê pirsgirêkên mezin bijîn. HDP/Partiya Çep a Kesk ku di vê yekê de partiya herî mezin e, teqez divê tifaqa Kurdistanî mezintir bike. Hêviya min ew e ku tifaqeke Kurdistanî bi xurtî têkeve hilbijartinan. Banga me ev e nabe ku tu kes berjewendiyên xwe yên partî û şexsî deynin pêşiya berjewendiyên neteweyî. Divê em vî tiştî bi ser bixînin. Yekîtî û hevkariya Kurdan di hilbijartinan de girîng e.”

HEVKARIYA MHP Û HUDA PARÊ KEVN E

Serbilind diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dema ku Huda Par tevlî tifaqê kir, ev tişt di salên 1990’î de hatibû destpêkirin û îro jî bi hilbijartinan re fermî bûye û got “Ev hêz di salên 90’î de di şerê li Kurdistanê de li dijî Kurdan hat bikaranîn. Ne tenê li dijî PKK’ê, li dijî hemû pêkhateyên Kurd ên bi referansên Îslamî hatin bikaranîn. Tê gotin ku MHP wê bi Huda Parê re tifaqê bike, lê van partiyan ji berê de hevdu nas dikirin. Di serdema Hîzbullah de bi hev re bazirganî dikirin. Wan bi hev re hevkariyeke tarî kirin. Xeta bi navê Hîzbullah ango Huda Par, bi AKP’ê re nakeve nava tifaqeke nû. Ev tespîteke ne rast e. Ev pêkhate her tim bi AKP’ê re xebitiye. Di hemû hilbijartinan de piştgirî da AKP'ê. Bi hev re dixebitîn. Wan niha îcar bi fermî ragihandin. Bi ya min ev planek nû ye. Di vê wateyê de dixwazim gelê Kurd hişyar bikim. Di hilbijartinan de dixwazin di navbera HDP û Hîzbûllah/Huda Parê de nakokiyan derxin. Ev plana hikûmetê ye. Di hilbijartinan de dikarin hin kesan bikujin. Dikarin li Kurdistanê nakokiyeke navxweyî jî çêbikin. Divê gelê me li hemberî vê yekê hişyar be û neyên provokasyonan. Ji ber ku îstîxbarata Tirk wê di vê serdemê de roleke cidî bilîze, divê ev lîstik bên pûçkirin.”

HUDA PAR ÎSLAMA RAST TEMSÎL NAKE

Serbilind anî ziman ku wek Komela Îslamî ya Kurdistanê gotinên Huda Parê yên li ser navê Îslamê rast nabînin û got: “Mînak heke ev bibin desthilatdar wê rewşa Elewî, sosyalîst, Êzidî, bîr û baweriyên din çi be? Li gorî baweriya wan divê serê vana were jêkirin. Rewş evqasî cîddî û xetere ye.Dewlet li pişt vê ferasetê ye. Divê em baldar bin û vê lîstika dewletê pûç bikin.”