Ozsoy: Weke leşkeran nekevin rêzê

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy bi bîr xist ku Erdogan beriya hemû hilbijartinan di pirsgirêka Kurd de şer û pevçûn bi kar aniye û got, "Em hêvî dikin ku partiyên mûxalîf weke leşkeran li pişt Erdogan nekevin rêzê. "

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku şer ji bo Erdogan mijara hebûn û tinebûnê ye.

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy ji ANF'ê re axivî. Ozsoy da zanîn ku êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a ku di 17’ê Nîsanê de dîsa dest pê kir, ji bo parastina desthilatdariyê ye û got, “Bi hemû teknîk, teknolojî, îstîxbarat û her cure alavên şer êrîş dibe ser aliyê Kurdan. Eşkere ye ku li wir têkoşîneke dijwar heye, rewşeke şer heye."

NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ NE NATO’YE

Ozsoy diyar kir ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê û nîqaşên li ser ewlehiya Ewropayê û berfirehkirina NATO’yê, ji bo Tirkiyeyê zemîneke cidî ya dîplomatîk û siyasî çêkiriye û wiha dewam kir: “Tirkiyê li cihê ku vê zemîna dîplomatîk bikar bîne û bikeve pozîsyoneke bihêz, li hemberî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya li NATO’yê tenê ji ber dijminatiya xwe ya li dijî kurdan, hewl dide vala derxe û NATO’yê bikşîne bikişîne ser maseya danûstandinê ya teng. Hestên dij-kurd ewqasî ew kor kirine. Dema meriv li derfeta ku şerê Ûkranyayê daye dinêre, firsendên mezin pêşkêşî Tirkiyê kiriye. Di dema ku her kesî girîngî û rola Tirkiyeyê ya ku zêde dibe, ji nişka ve di NATO de rola lîstikvaniyê girt ser xwe. Dema ku derfeta çareseriya pirsgirêka Kurd di hundir de hebû, ev derfet nehat bikaranîn. Bi Rojava re çareseriyek pir baş dikaribû bihata kirin. Nîşaneya herî mezin a têkçûna siyasî ya di pirsgirêka Kurd de ew e ku pirsgirêka Kurd tîne rojeva NATO’yê û ji bo telafîkirina vê têkçûnê dike rojeva sereke. Tu serokekî Tirk bi qasî Erdogan pirsgirêka Kurd nekiriye pirsgirêkeke cîhanî. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek e ku li Helsînkî, Bruksel û Washingtonê were çareserkirin. Erdogan hewl dide bi navendên bi vî rengî re danûstandinan bike, tawîzan bide, ger firsendê bibîne jî êrîşî Rojava bike. Cihê ku dê ev pirsgirêk çareser bibe Tirkiye, Enqere, Amed, Qamişlo ye.”

‘KÎJAN DEM FIRSEND BIBÎNE DÊ ÊRÎŞ BIKE’

Ozsoy işaret bi daxuyaniya Erdogan a êrîşeke nû ya li ser Rojava kir û got: “Erdogan demeke dirêj e amadekariyên xwe dike. Mantiqê nîjadperestî yê ku li dewleta Komara Tirkiyeyê serdest e, her tim ji bo êrîşa li ser Kurdan amade ye. Di vê nuqteyê de ku aborî ketiye binê erdê, Erdogan her ku derfeta wî hebe, ji bo ku hevkarên xwe yên netewperest kêfxweş bike, ji bo ku dilê Kurdan hinekî din jî biêşîne, wê êrîş bike. Bila gumana kesî ji vê yekê nebe. Dixwaze beriya hilbijartinê serkeftineke biçûk bi dest bixe. Weke berê beriya her hilbijartinê jî êrîş pêk anî. Dibe ku vê carê jî wisa be."

‘GER SEXTE BE JÎ PÊDIVÎ BI SERKEFTINEKÊ HEYE’

Ozsoy diyar kir ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Avaşîn, Metîna û Zapê de hatiye dîtin ku dewleta Tirk ti encamek bi dest nexistiye û wiha got: “Ji ber ku Rojava herêmeke şênber e û dikare gelek çete lê bikar bîne, dibe ku êrîşî Rojava bike. Erdogan dixwaze çîrokeke serketinê binivîse ku dibêje, ‘Şevekê em ji nişka ve ketin û derketin’. Ji ber ku ew di dîplomasî, aborî, darayî û siyaseta navxweyî de xeniqî ye, her çend sexte be jî serkeftinek jê re lazim e. Wê hewl bide bi rêya Kurdan vê pêk bîne. Erdogan beriya hemû hilbijartinan di pirsgirêka Kurd de hawîrdora şer û pevçûnan bi kar tîne. Em hêvî dikin ku partiyên muxalefetê wek leşkeran li pişt Erdogan nekevin rêzê. Herî kêm divê vê carê helwestek cuda bigrin.”