Endamê Komîsyona Mafên Mirovan ya Baroya Îngilîstanê Margaret Owen, derbarê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşanin diyar kir ku, tecrîda li ser Ocalan ya rolê kilîda çareseriya pirsgirêka Kurde, li şûna ku dewlet îşkenceyê kûr bike, bila hevdîtinê pêre bike û sûdê bide çareseriyê.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan ya Baroya Îngilîstanê Margaret Owen, ku ji bo doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê. Owen tevlî rûnişitna doza parêzerên Ocalan yên bi îdîaya "Di navbera Îmralî û Qendîlê de quryetî kirine" û "Di komîteya Rêbertiyê de cih girtine" tên darizandin bû. Owen helwesta hikûmet û dewletê ya Tirkiyeyê rexne kir.
Owen diyar kir ku, helwesta dadgehê ya li hemberî parastina zimanê zikmakî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan dixe nava fikaran. Owen anî ziman ku, çalakiya grevê di roja 58'an de berdewam dike û ev yek wan dixe nava fikaran û wiha got: "Ger ku hemû alav û amûrên têkoşînê ji destê mirovan bê derxistin û neheqî li wan bê kirin ev rêbazên tekoşînê pir asayî ne. Girtiyên Kurd bi vê çalakiya ku bedena xwe didin ber mirinê, girîngî û giranbihaya daxwazên xwe tînin ziman. Xuya dike ku ev daxwaz ji bo wan çiqasî jiyanî ne. Tiştê ku em dixwazin, lazime ku dewlet bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bigire."
'OCALAN KÎLÎTA ÇARESERIYÊ YE'
Owen da zanîn ku, da zanîn ku pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gorî tu pîvanên hiqûqê ye û wiha got: "Kî dibe bila bibe divê karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ocalan di asta Rêberê Gelê Kurd de ye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê kilît dileyîze. Tiştê ku dewlet bike divê ne girankirina îşkence û tecrîdê be, dijberî vê yekê divê rê li pêşiya diyalog û muzakereyê veke. Divê rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Owen divê bi lezgîn parêzer û malbat karibin bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Li gorî min helwest û sekna Serokwezîr ne raste. Divê Serokwezîr xwe nîşanî derûnînasekî bide. Delîla vê yekê jî gotina Erdogan ya "Nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne" ye. Di hiqûqa navneteweyî de prensîbên navneteweyî mafê herî bingehîne."
'DAXWAZÊN OCALAN DAXWAZÊN MIROVANE NE'
Owen destnişan kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe rê li pêş aştî û çareseriyê veke, divê teqez karibe bi derve re hevdîtinan pêk bîne û riya diyalogê li pêş wî vekirî be. Owen daxuyand ku ew bi xwe jî dixwaze Ocalan bibîne û wiha axivî: "Dema min Deryaya Marmarayê dît, di dilê min de bi avjeniyê derbazî marmarayê bibin û biçim Îmralî derbaz bû. Ez Ocalan û Nelson Mandela dişibînim hev. Tu sedemên ku parêzer nikaribin biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk binin tune ye. Me gotibû duh Mandela îro Ocalan." Owen xwest parêzerên Ocalan serbest bên berdan û pêkanînên tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Owen destnîşan kir ku, pêwîste teqez rol û erka Ocalan bê dîtin û li gorî wê tev bigerin.