Otobusa ji Ocalan re Azadî li Parîsê bû

Otobusa ji Ocalan re Azadî li Parîsê bû

Otobusa ji Ocalan re Azadî ya ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 8’ê îlonê ve dest bi gera li bajar û welatên Ewropayê kiriye, duh gihişt paytexta Franse Parîsê.

Otobus, di saetên danê nîvro de ji aliyê bi dehan wesayitan ve hate pêşwazîkirin. Piştî gera li nava bajêr, li Qada Bastilleyê mitîngek hate lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Mûrat Ceylan di mitînga ji aliyê Melcîsa Gelê Kurd a Parîsê û Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê ya Parîsê ve hate lidarxistin de axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê. Ceylan diyar kir ku bêdengiya hukûmeta Tirk û Ewropayê û çapemeniyê ya li hemberî vê çalakiya greva birçîbûnê nayê qebûlkirin.

SEROKÊ KON-KURDÊ: ÇARESERÎ OCALAN E...

Serokê Kon-Kurdê Îsmet Kem di mitîngê de ji Kurdistaniyan re axivî û çalakiyên xwedîlêderketinê yên Kurdên li Ewropayê silav kir.Kem destnîşan kir ku têkoşîna berxwedana gelê Kurd a li hemberî mêtîngeriya Tirk û dewletên din ên mêrînger xurt dibe û got: “Yekane navnîşana çareseriyê Ocalan e.”

Ji Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Axîn jî axaftinek kir û berxwedana girtîyên Kurd silav kir. Axîn xwest ku AKP û dewleta Tirk ji helwesta xwe ya zalim û faşîst berde.

Rêxistinên penaberên Kurdistanî û Tirkiyeyî û dostên Kurdan piştgirî dan mitîngê. Di mitînê de dirûşimên ji bo azadiya Ocalan hatin qêrîn. ODAK, MLKP, ADHK, ATIK û TÎKBDEKOP jî bi flamayên xwe ve telvî mîtîngê bûn.

JI BO AZADIYA OCALAN BI SEDAN ÎMZE HATIN BERHEVKIRIN Û BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Di dema mitîngê de ji bo azadiay Ocalan jî îmze hatin berhevkirin. Her wiha belavokên der barê rewşa Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de hatin belavkirin. Çalakî bi stranên Hozan Şemdîn û dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re bi dawî bû.