Otobusa ji Ocalan re Azadî ku di 8’ê îlonê de li bajarê Manheîm a Almanyayê derket rê dest bi tura başûrê Fransayê kir. Bi sedan kes tevlî mîtîng û semînerên li Marsîlyayê pêk hatin bûn.
Otobus roja pêncşemê bi kurdên Draguignan hate cem hev. Di navenda bajar Kurdistaniya otobus pêşwazî kir û eleqeyek mezin nîşanî çalakgeran dan. Li vir axaftinek hat kirin û piştre bi karwanekê çûn Marsîlyayê.
Kurdên Marsîlayayê bi karwanekî ji sed wesayîtê pêk dihat otobusa ji Ocalan re Azadî pêşwazî kir û ji Peyaja Aix-En-Provence heta navenda Marsilyayê bi hev re çûn.
Otobus saet di 14.00’an de gihişt qada Canabiere ya Marsîlayayê û ji aliyê bi sedan Kurdîstaniyan ve hate pêşwazîkirin. Ligel çalakgerên otobusê nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê Jausiane Durieux û Serokê Komeleya Piştevanî û Azadiyê (Solidarité et liberté) Annick Samouelian jî axaftin kirin û piştgirî dan kampanyaya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin û her wiha ji gelê Marsîlayayê jî îmze berhev kirin.
Çalakiya heta 17.30’an berdewam kir, cihê xwe ji semînera ku li salona Espace 49 resepsiyon pêk hat re hişt. Serokê Kon-Kurdê Îsmet Kem axivî û armancên kampanyayê vegot. Kem bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê yên ku 52 roje didome.
Otobusa ji Ocalan re Azadî îro dê li Marîgnane bi kurdan re bê cem hev. Li vir jî dê mîtîngek pêk were û her wiha dê otobus piştî vê berê xwe bide bajarê Lyonê.