Otobusa ji Ocalan re Azadî li Marignaneyê ye

Otobusa ji Ocalan re Azadî li Marignaneyê ye

Otobusa ji Ocalan re Azadî ya 8’ê îlonê ji bajarê Almanya Manheimê dest bi gera li bajar û welatên Ewropayê kir, gera xwe ya li herêma başûrê Franseyê li bajarê Marignaneyê qedand. Otubus ji aliyê nêzî dused Kurdan ve ber bi bajarê Lyonê ve hate rêwîkirin.

Nêzî 200 Kurdistanî, saet di 11.00 de li parka Camoin otobusa ji Ocalan re Azadî pêşwazî kirin. Serokê Kon-Kurdê Îsmet Kem li vir ji Kurdistaniyan re axivî û bal kişand ser armanca çalakiyê. Piştî axaftinê hozan Şemdîn li gel Kurdistaniyan sîrûda “Çerxa Şoreşê” strî. Di çalakiyê de nunerên gelê Amazirgh (Berberî) jî amade bûn û otobus bi dirûşiman ber bi bajarê Lyonê ve hate rêwîkirin.

Gera otobusê ya li başûrê Franseyê ji bajarê Antibes-Cannesê dest pê kir û piştre derbasî Marsîlayayê bibû. Tevî Kurdên li başûrê Franseyê bi gelek dostên Kurdan jî hatin pêşwaziya Otobusa ji Ocalan re Azadî.

Gava ev nûçe dihate amadekirin, otobus ber bi Lyonê ve bi rê ket.