Otobusa ji Ocalan re Azadî li Kasselê bû

Otobusa ji Ocalan re Azadî li Kasselê bû

Otobusa ji Ocalan re Azadî ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” 64 roj in li bajar û welatên Ewropayê digere, gihişt bajarê Kassela Almanyayê û li wir bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Otobusa Ji Ocalan re Azadî piştî ku bajarê Diemelstadtê hate pêşwazîkirin bi karwanek ji 45 wesayitan pêk dihat, ber bi Kasselê ve bi rê ket. Girseyê li vir otobusê bi coşeke mezin pêşwazî kir û bê navber dirûşima “Bijî Serok Apo” qêriya. Mitînga bi beşdariya 200 kesî li Königsplatz pêk hat, bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di mitîngê de belavokên bi Kurdî, Almanî û Tirkî hatin xwendin û ji bo azadiya Ocalan banga hestyariya raya giştî hate kirin. Kesên li derdora mitînga li ciheke qelebalix pêk hat, eleqeyek mezin nîşanî dan. Hozan Şemdîn weke li her derê li Kasselê jî stran got. Sîrûda Çerxa Şoreşê jî bi girseyê re got. Telologê Holandî Henri Dahlem jî ku di otobusê de ye, axaftinek kir û diyar kir ku ji roja wî Kurdan nas kiriye û vir ve rêzdariyek mezin nîşanî têkoşîna wan daye.

Di mitîngê de dayikên şehîdan axaftin kirin û girseyê silav kirin. Her wiha Koma Hezex jî bi kemançeyên xwe ve derket ser dikê û girseyê li ber stranên komê govend gerand.

Piştî mitîngê, çalakger tevlî xwarina li Komeleya Çandê ya Kurdan a Kasselê hate dayin bûn. Di sohbeta piştî xwarinê de Serokê Kon-Kurdê Îsmet Kem axivî û diyar kir ku armanca çalakiya wan ew e ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rayagiştî pêk bînin. Kem bal kişand ser girîngiya pêşketinên dawî yên li Rojhilata navîn û diyar kir ku ev pêşketin dê sedsala dawiyê diyar bikin. Herî dawî Kem bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd û banga xwedîlêderketinê li gelê Kurd kir.