Gera otobusa Ji Ocalan e Azadî ya beriya 2 mehan bi daxwaziya azadiya Ocalan dest pê kir, li welatên Ewropayê berdewam dike. Otobus îro li bajarên Almanya Aachen û Durenê bûn. Otobus di 10 mehan de li 66 navendan geriyan.
Otobus piştî ku li ser sînorê Belçîka-Almanyayê bi karwanekê hate pêşwazîkirin, dest bi gera li bajarê Aachenê kir û li Qada Willibrandê mitîngek li dar xist.
Di mitînga nêzî 500 kes beşdar bûn de, axaftin hatin kirin û peyamên der barê grevên birçîbûnê de hatin dayîîn û banga xwedîderketina li çalakiya girtiyan û hewldanên ji bo azadiya Ocalan hate kirin.
Piştre li bajarê Durenê mitîngek li dar xistin. Di mitînga li Qada Kayzerê pêk hat de dayikên aşitiyê yên ku zarokên wan di girtîgehan de axivîn.
Her wiha hunermend Kawa, Şemdîn û Koma Hezex derketin ser dikê û stran gotin. Di mitîngê de belavoên bi Almanî hatin belavkirin û ji bo îmzeyên ji bo azadiya Ocalan jî stand hatin vekirin.
LI 10 WELATAN LI 66 NAVENDAN ÇALAKÎ
Rawestgeha sibê ya otobusê bajarê Kassel ê Almanyayê ye. Otobusa Ji Ocalan re Azadî heta niha li 10 welatan, li 66 navendan çalakî û mitîng li dar xistin. Dê heta 24ê mijdarê li nêzî 20 navendan mitîng û civînan li dar bixe.
Gera otobusê 24ê mijdarê dê li Dusseldorfê bi mitîngekê bi dawî bibe.