Orhana HDP’î: Desthilatdarî dixwaze aloziyê çêbike

Wekîla HDP ya Wan’ê Muazzez Orhan diyar kir ku êrîşa li hemberî Navenda Giştî a HDP li Enqereyê ji aliyê hin çeteyên ku ji aliyê AKP-MHP di nava dewletê de hatine bicîhkirin, pêk hatiye.

Ji bilî krîza civakî, siyasî û aborî, bloka AKP-MHP bi polîtiqayên ji derve û hundir jî îflas kir. HDP ku di sala 2015’an de li qirkirina siyasî re rû bi rû hat hiştin, di sala 2021’an de di derheqê HDP’ê doza girtinê hat vekirin, niha jî rastî kampanyaya lîncê tê.

Polîsan di 5’ê Gulana 2022’an de êrîşî Navenda Giştî ya HDP kir, her wiha pirsa, ‘Gelo li dijî HDP kampanyayek ya lîncê dest pê kiriye’ kete rojevê.

Wekîla HDP ya Wanê Muazzez Orhan êrîşa polîsan a li dijî avahiya HDP a li Enqereyê ji ANF re nirxand û diyar kir ku wekî di hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an de dibe ku hikûmet êrîşên provakatîf bike.

Orhan da zanîn ku armanca hikûmetê alozî derxistine û vê yekê ji ser Kurdan pêktîne û wiha got, “Dixwaze alozî derbixe û jê sûdê werbigre. Hikûmet bi aloziyên ku derxistiye dikare hilbijartinên pêşwext pêk bîne. Hemû hesabê wan ji bo desthiladariyê ye. Rewşa welat tê zanîn; krîza aborî, siyaseta hindir û ji derve edî vê welat pêş de nabe. Rûyê wan ya rast derdikeve. Desthilatdar dijminê Kurd, kedkar û jinan e. Ev desthilatdar niha welat talan dike.. Dixwazin bi êrîşa li ser partiyê me, desthiladariya xwe rizgar bikin û rojava xwe ya veşartî bidin jiyîn.

EM Ê NEBIN RIZGARKERÊN BLOKA FAŞÎST

Orhan bal kişand ser ku desthilatdar dayikan bi pankart li ber avahiya HDP kom dike û di heman demê de zarokên wan dayikan di operasyonan de şandine ber mirinê û wiha domand: “Em ê nebin rizgarkerên bloka faşîst a AKP-MHP’ê û em ê rê nedin jî. Haya hemû kesê ji van polîtîkayên wan heye. Gelê me bi birçîbûn, qedexe û bindestîrê rû bi rû dimîne. Edî kes ji wan bawer nake. Ji ber vê edî tu kes bi vê sîyasetê naxapin û ev sîyaset neyê pejirandin.

ÇETEYÊN DI NAVA DEWLETÊ KETIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Orhan destnîşan kir ku  “Êrîşa ku li dûhî li dijî avahiya me pêk hat diyar e ku bi çeteyên dewletê re pêk hatiye. Li vî welatî aştî, aramî û bidawîbûyîna krîza aborî jî bi HDP'ê pêkan dibe. Em li her derê bang li rayedaran dikin ku li dijî vê bûyerê bikevin tevgerê. Dozên sûc hatin kirin. Pêvajo wê dest pê bike.”