Operasyonên qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li bajarê Wan, Cizîr û Aydinê de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li bajarê Wan, Cizîr û Aydinê de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Piştî serdegirtinên malan ên danê sibehê li ser navêyên Elbak, Erdîş û Ebex ên Wanê û şûnde, Rêveberê HDP’ê yê bajêr Ozgur Aras jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin.
Li aliyê din zarokê bi navê V.K ê ku xwest biçe Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Paraka Mûsa Enter a Aştiyê dom dike, jî hate binçavkirin.
Li navçeya Cizîr a şirnexê li gel beşdariya polîsên tîmên taybet di saetên sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinê de Revşan Înedî û Azad Açan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên hemwext ên saetên sibehê ya li ser Aydin û navçeya wê de, 3 rêveberên HDP’yî hatin binçavkirin.
Navên HDP’yiyên hatine binçavkirin wiha ne: “Rêveberê HDP’ê yê Aydinê Osman Dagtekîn, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Kuşadasiyê Mûzafer Çelebî û Rêveberê HDP’ê yê Sokeyê Mahmût Aktaş.