Operasyona Gezî: Biryara girtina 60 kesan

Operasyona Gezî: Biryara girtina 60 kesan

Bi hinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî bûne îro sibehê di ser nêzî 100 navnîşana de girtin û 30 kes hatin binçavkirin, her wiha hate hînbûn ku derbarê 60 kesan de jî biryara girtinê heye.

Di demjimêrên serê sibehê de polîsên girêdayî Şaxa Tekolîna Li Dijî Terorê di serî de li Sancaktepe ya Stenbolê û gelek navçeyên din ên Stenbolê, di nav de yûrtê xwendekaran jî heyî di ser nêzî 100 navnîşanan de girtin. Di encama operasyonan de heya niha 30 kes hatine binçavkirin. Hate hînbûn ku derbarê 60 kesan de bidirêjahiya 72 demjimêran lêgerînê biryara girtinê heye.

Di nav de 30 kesên hatine binçavkirin û bigiştî 55 kesên derbarê wan de biryara girtinê heyî wiha ne: Şêxmûs Altay, Bariş Alpugan, Zafer Alpugan, Îbrahîm Okan Ozkan, Savaş Çîçek, Newzat Behzar, Munîr Aktan, Deniz Bin, Devrîm Yilmaz, Duzgun Polat, Erkan Kurç, Mustafa Elî Bulbul, Selçuk Kalaycioglu, Deniz Umur Şahîn, Huseyin Demîrezen, Îlhan Çoban, Meriç Yapişkan, Okay Koçak, Umut Oner, Ceren Çoban, Hasret Deniz Ozçelîk, Okan Çevîk, Cîhan Parilti, Ehmed Paket, Hesen Mert Kaynar, Omer Yildiz, Guneş Atalay, Bulut Baran Korku, Ugur Karakuş, Şahîn Berber, Qadir Ev, Cahît Atalay, Cengizhan Cora, Ugur Gumuşkaya, Remezan Akgun, Burak Sayim, Engin Ugur, Gokay Işik, Cîhan Uyanik, Çagla Ural, Ozan Erdogan, Erdem Arslan, Denizcan Sarikaya, Andaç Yildirim, Ersin Kiriş, Îsmaîl Cem Bulur, Tahir Ozgur Kutahya, Ugur Cucu, Elî Coşkun, Yîgît Ergun, Bîrcan Birol, Cem Erarslan, Naim Goktaş, Damla Arslan, Sezai Keskîn.