Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hakki Sarûhan Olûç têkildarî gefên ku ji bo girtina partiya wan tên xwarin, ji ANF'ê re axivî.
Olûç bal kişand ser banga şirîkê desthilatdariyê Devlet Bahçelî ya ji bo girtina HDP'ê û destnîşan kir ku ev gotin û bang, polîtîkaya hevpar a bloka desthilatdariyê ye.
'EM Ê TAWÎZÊ NEDIN, PLANÊN HENE'
Olûç anî ziman, MHP dixwaze dengên neteweperestiyê yên ji dest dane bi êrişa dijî HDP'ê bi dest bixe.
Bi dewamî got, "Serokwekîlê koma AKP'ê ya li meclîsê daxuyanî da ku ew girtina partiyan rast nabîne, serokwekîlekî din ê heman partiyê daxuyaniyê dide û dibêje 'Divê HDP bê girtin'. Ev yek tevlîheviya pêvajoya radixe pêş çavan. MHP li gorî anketan di bin anketê de ye. MHP ku parçeyekî desthilatdariyê ye, ji bo hîn bêhtir dengan kêm neke, dixwaze doza girtinê li HDP'ê veke, bi vê yekê re mijûl bibe û bi sorkirina nijadperestiyê alîgirên xwe li dora xwe bihêle. Lê belê ev yek wê bibe derbeke giran ku li siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê bikeve. Partiyên ku beriya niha bi me re li ser heman xeta têkoşînê bûn 5 caran hatin girtin. Di dawiya dawî de ji bo pirsgirêka Kurd ti çareserî bi dest neket. Em ê di mijara siyaeta demokratîk de sekna xwe ya bi biryar dewam bikin, ji vê yekê tawîzê nedin. Di vê çarçoveyê de planên me jî hene. Ji aliyê polîtîk ve jî ji aliyê rewatiya demokratîk ve jî ev girtin wê destê me lawaz neke, wê xurtir bike. Em bang li desthilatariyê û dadgeriyê dikin ku bi aqlê selîm tevbigere. Ti ji pirsgirêkên Tirkiyeyê bi girtina partiyeke siyasî çareser nabe."
'DERDÊ WAN TUNEKIRINA SIYASETA KURD E'
Olûç diyar kir armanca bloka AKP-MHP'ê ew e ku siyaseta demokratîk a Kurd tine bikin û diyar kir ew ê destûra vê nedin. Olûç wiha got:
''HDP bi hêzeke wiha ye ku dikare li Tirkiyê hevsenga siyasî biguherîne û diyar bike. Bi girtina partiyê re ev mirov ji siyaseta demokratîk dûr nakevin. Wê rêyeke çawa were dîtin, em ê bi hev re bibînin. Helbet, haziriyên me jî hene. Em ê nehêlin ku me ji qada siyaseta demokratîk tasfiye bikin.
Hûn dikarin rêveber û qedroyên parlamenteran hemûyî bigrin lê qedroyên ciwan pêl bi pêl tên, bi azaeriya têkoşînê ne. Ev ne têkoşîn bi girtinê, qedexekirinê û bêdengkirinê xilas nabe. HDP ne dikanek e ku mirov deriyê wê kilîd bike, tevgereke mezi na gel e.''