Nûçegihanê ajansa nûçeya ya Dîcle DÎHA'yê yê Enqereyê Turan Tîtîz ku piştî welatiyekî li ber avahiya Navendê ya Serokwezaretiyê xwe şewitand nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Nûçegihanê DÎHA'yê yê Enqereyê Turan Tîtîz piştî kesekê li ber Avahiya Navendê ya Serokwezaretiyê xwe şewitan li cihê bûyerê berê ji aliyê polîsan ve wêneyên wî hatin kişandin û pişt re hate binçavkirin. Hate hînbûn ku, li gel nûçegihanê Tîtîz got, ew rojnamegere û ji bo nûçeyê bişopîne hat cihê bûyerê polîsan bi zorê Tîtîz birin kulîbeya polîsan ya di nava serokwezaretê de. Tîtîz hêj ji aliyê polîsan ve li kulîbeyê tê girtin.