Nûçegihan Kiliç û rojnamevan Dayan hatin binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA’yê Arîf Kiliç û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulusê yê berê Arafat Dayan hatin binçavkirin.
Nûçegihanê DÎHA’yê Arîf Kiliç û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulusê yê berê Arafat Dayan hatin binçavkirin.
Nûçegihanê DÎHA’yê Arîf Kiliç ê ji Mêrsînê diçû navçeya Qaxizmanê ya Qersê li peşiya navçeyê hate binçavkirin. Kiliç bi hinceta ku der barê wî de Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Kirklareliyê biryara girtinê daye hate binçavkirin.
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê jî Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulus ê berê Arafat Dayan bi hinceta der barê wî de biryara girtinê heye hate binçavkirin.