Nobeta Edaletê ya li Wanê didome: Pêwîstî bi piştgiriya zêdetir heye

Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê danî destpêkirin de banga xwedîderketina li çalakiyê hat kirin.

Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 5’emîn de berdewam dike.

Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 5’emîn de berdewam dike. Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan a tevlî çalakiya nobetê bû, Dilşah Alkan xwest ku xizmên girtiyan zêdetir piştevaniya çalakiyê bikin û wiha got: “Girtî di rewşeke gelek zor de ne. Divê şertên xerab ên li girtîgehan bên sererastkirin. Ji bo ku ev êşkence bi dawî bibe divê hemû dayik dest bidin destê hev. Bi rûniştina du sê dayikan tiştek nayê guhertin. Encax hemû dayik tevlî bibin dikarin vê rewşê biguherînin. Pirsgirêkên tên qewimîn pirsgirêkên her kesê ne.”

Alkan xwest ku dayik bi hev re tevbigerin û wiha axivî: “Divê em êdî dengê xwe bilind bikin. Ev deng encax em werin cem hev dikare bilind derkeve. Ez hemû dayikên me yên li Amedê Nobeta Edaletê digirin silav dikin û li hemberî wan bejna xwe ditewînim.”