Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Divê her kes li dijî zilmê dengê xwe derxîn e

Di Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Îzmîrê dewam dikin de, xizmên girtiyan bang li hemû kesî kirin ku li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxînin.

Malbatên li ber Girtîgeha Kirklar a Bûcayê hatin ba hev berdilkên ‘’Ji girtiyên nexweş re azadî’’ nivîsandî li xwe kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan“ hat berzkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bûca û Karşiyakayê rêvebirên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) yên Îzmîrê piştgiriya çalakiyê kirin.

Hevseroka Navçeya Bûcayê ya HDP’ê Nûrşen Ataman anî ziman ku li girtîgehan zilm di asta jor de ye û got ku divê her kes li dijî zilmê dengê xwe derxîn e.

Berdevkê HDK’a Îzmîrê Sabrî Gul jî destnîşan kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd li seranserî girtîgehan berbelav bûye û got: “Desthilatdarî hewl dide civakê dîl bigire. Li dijî girtiyan jî polîtîkaya kuştinê tê meşandin. Daxwaza malbatên girtiyan, daxwazeke rewa ye. Em jî weke HDK’ê bi dayikan re ne. Heta ku sepanên dijdemokratîk ên li girtîgehan bi dawî dibin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”