Nobeta Edaletê ya Îzmîrê berdewam dike
Xizmên girtiyan ên Îzmîrê di çalakiya îro de diyar kirin dermanên girtiyan nayên dayîn, tedawiya wan nayê kirin û gotin: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan."
Xizmên girtiyan ên Îzmîrê di çalakiya îro de diyar kirin dermanên girtiyan nayên dayîn, tedawiya wan nayê kirin û gotin: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan."
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li pêş Edliyeya Bayrakliyê dane destpêkirin, di roja 69'emîn de berdewam kir. Malbatên ku li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê hatine ba hev pêşmalkên ku li ser "Ji girtiyên nexweş re azadî" dinîvîsand li xwe kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Menemenê, rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li çalakiyê bûn.
Hevserokê HDP'a Menemenê Ekrem Karakoç destnîşan kir ku li hundir girtî, li derve xizmên girtiyan rastî zextên zêde tên û xwest ku ev zext bi dawî bibin. Karakoç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku dermanên wan nayên dayîn, tedawiya wan nayê kirin. Karakoç xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û daxwaza pêkanîna edaletê kir.
Malbata girtî Hanim Yildirim jî qala zextên li girtîgehan tên meşandin kir û ev tişt gotin: "Ez duh çûm Girtîgeha Şakranê. Em bi giştî 3 kes çûbûn serdana girtiyan. Ji ber ku me silav da girtiyên din, gardiyanan bertek nîşanî me dan û bi girtina girtekê gef li me xwarin. Li girtîgehê rewşa girtiyan giran e, her wiha ne dermanên wan tên dayîn ne jî tedawiya wan tê kirin. Divê zextên li ser wan bi dawî bibin, tedawiya girtiyan bê kirin û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan."
Piştî axaftinan nobet, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.