Nobeta Edaletê: Li Stenbolê destgîr kirin, li Îzmîrê banga 'ji girtiyan re azadî'

Çalakiyên Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Stenbol û Îzmîrê dewam dikin. Çalakiya li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û 3 xizmên girtiyan bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di hefteya 10’an de li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê berdewam kir. Polîsan beriya çalakiyê, pêşiya edliyeyê dorpêç kirin. Di çalakiyê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), dayika girtî Ekîm Can Polat ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin Songul Îlker, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Oya Ersoy û endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Fatîhê amade bûn.

‘YA HÛN DIKIN TACÎZ E Û LI DIJÎ HIQÛQÊ YE‘

Polîsan bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a ji bo mehekê ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê, destûra çalakiyê nedan. Li ser vê yekê malbat li kafeya hemberî edliyeyê rûniştin. Ji xizmên girtiyan Fînce Akman bertek nîşan da û got ku ew dayik in û tenê ji bo ku cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan dernekevin li vir in. Xizmên girtiyan piştre jî bi mebesta protestokirina qedexeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Erîn Bîlen bertek nîşanî tacîza polîsan da û got: “Dayik ji xwe re rûniştine. Ya hûn dikin tacîz e û li dijî hiqûqê ye.”

Di çalakiya rûniştinê de polîsan nehiştin rojnameger dîmenan bikişînin. Li ser vê yekê Fînce Akman Siddik Ugur ku li Girtîgeha Beşîriyê jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Heta duh cenazeyek ji girtîgehê derket.”

MA HÛN ŞERM NAKIN KU LI DAYIKAN DIXIN?

Ji xizmên girtiyan Fînce Akman, Kumrî Akgul, Zeynep Calihan û Songul Îlker bi lêdanê hatin destgîrkirin. Welatiyên li derdorê jî bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Ya ku hûn dikin şerm e lê li we tê. Ma hûn şerm nakin ku li dayikan dixin? We di nava wesayîtê de jî li dayikan xist, me hûn dîtin.”

‘EM Ê HEVALÊN XWE BI TENÊ NEHÊLIN‘

Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy jî bertek nîşanî binçavkirina xizmên girtiyan da û ev tişt anî ziman: “Tehemûla vê desthilatdariyê ya li hemberî dayikên ku rûniştin jî nîne. Tekane daxwaza dayikan, girtina Nobeta Edaletê ye. Aliyekî hiqûqî ya vê sepanê nîne. Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyan heye. Em bi biryarin ku çalakiya Nobeta Edaletê bi dayikan re bidomînin. Em ê hevalên xwe bi tenê nehêlin.”

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê jî di roja 66’an de li pêşiya Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê berdewam kir. Malbatan di çalakiyê de pêşmalkên ku nivîsa “Azadî ji girtiyên nexweş re” li ser bûn, li xwe kiribûn. Rêxistina HDP’a Foçayê jî piştgirî da malbatan. Di çalakiyê de “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

‘BERPIRSYARÊ MIRINAN DEWLET E‘

Di çalakiyê de dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz da zanîn ku girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û wiha domand: “Ji girtîgehan cenaze derdikevin. Duh li Êlihê Siddik Ugur jiyana xwe ji dest da. Berpirsyarê van mirinan dewlet e. Heke girtiyan nebin nexweşxaneyê, wê demê bila berdin. Em jî dê wan li derve derman bikin. Heta zarokên me azad dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘HETA ZILM HEBE WÊ TÊKOŞÎN JÎ BIDOME‘

Ji xizmên girtiyan Medîne Kaymaz jî diyar kir ku dewlet berpirsyarê cenazeyên ji girtîgehan derdikevin e û wiha bi dawî kir: “Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin. Êdî bes e ma dê ev zilm heta ku bidome. Kurê min ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Lê hefteyê tenê 4 deqeyan em pê re diaxivin. Ev sepan, sepanên zilmê ne û dermirovî ne. Li dijî rûmeta mirovahiyê ne. Heta ev zilm hebe dê têkoşîna me jî berdewam bike.”