Nobeta Edaletê: Kujer li derve ne, zarokên me heta nayên dermankirin

Li Îzmîrê malbatên ku çalakiya Nobeta Edaletê di roja 70’emîn de didomînin, carek din xwestin ku girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan qediyaye lê nayên berdan, bên berdan.

Xizmên girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan qediyaye lê nayên berdan, li ber Baroya Îzmîrê çalakiya xwe didomînin.

Hanim Sever di roja 70’emîn a Nobeta Edaletê de axaftinek kir. Sever bibîr xist ku girtiyan li girtîgeha Afyon û Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Sever da zanîn ku girtî di bin zextê de ne û got: “Tevî ku cezayê zarokên me bi dawî bûye jî nayên berdan. Zarokên me nexweş dibin û nayên dermankirin. Di her carekê de astengiyekê derdixin. Nanê girtiyan nayên dayîn. Bi tendirûst nan naxwin.”

Sever diyar kir ku li girtîgehan gelek cenaze derketin û wiha pêde çû: “Grevên birçîbûnê destpê kirine. Eger ev zext dewam bikin, wê derketina cenazeyên zarokên me dewam bikin. Kujer, mafya û tecawizkar li derve digerin. Zarokên me heta nayên dermankirin. Wezîrê Edaletê û Serokomar bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Ji van tiştên ku tên jiyîn re bila bêjin bes e. Em dayîk heta mirinê, emê li pişt zarokên xwe bin.”