Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 269. de ye
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, bi rengekî bê navber dewam dike. Çalakî di hefteya 269. de ye.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, bi rengekî bê navber dewam dike. Çalakî di hefteya 269. de ye.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku roja 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, bi komeke nû dewam dike.
Kurdistaniyên li bajarê Freîbûrg û Kehlê dijîn, bi rengekî du koman nobeda vê hefteyê dewr girtin. Nobed ji duh ve ji aliyê Kurdistaniyên bi navê Kanî Sîverek, Rojîn Almaz, Sûhel Sûweş, Îsmaîl Mûrat û Merwan Almaz ve tê girtin.
Çalakgeran bal kişandin ser girîngiya çalakiya nobedê, ku ev 62 meh in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.
Çalakgeran diyar kirin, ji bo azadiya Ocalan çalakiya li Strasboûrgê têrê nake û ji bo çalakiyên li gelemperiya Ewropayê dest pê kirin û wê bi mehan dewam bikin, banga tevlîbûnê kirin.
Çalakiya "Nobeda azadî ji Ocalan re" heta niha ji aliyê 269 koman ve hatiye girtin û bi qasî 1500 kes tevlî bûne.