Nijadperestan êrîş birin ser buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk
Kes an jî kesên nenas li Enqere û Îzmîrê êrîş birin ser buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk.
Kes an jî kesên nenas li Enqere û Îzmîrê êrîş birin ser buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Enqere û Îzmîrê êrîş li ser buroyên hilbijartinê yên Partiya Paşerojê ya Kesk û Çep (Partiya Çepên Kesk) hate kirin.
Êrîşa li Enqereyê li ser buroya hilbijartinê ya Huseyîngazî ya li navçeya Mamakê hate kirin.
Wezîfedarên buroyê diyar kirin ku alên Partiya Çepên Kesk hatine jêkirin û li hemberî buroyê ala Tirk hatiye daliqandin.
Êrîşa li ser buroya hilbijartinê ya li navçeya Menemen a Îzmîrê jî ji aliyê du êrîşkaran ve li ser tevnên medya dîjîtal ve hate parvekirin.
Rêveberên partiyê, ji ber ku temenê wan biçûk bû giliyê êrîşkaran nekirin.