Nêzîkatiya leşkerên Tirk: Bawerî bi YPG'ê nabe, bi DAIŞ'ê dibe
Nêzîkatiya leşkerên Tirk: Bawerî bi YPG'ê nabe, bi DAIŞ'ê dibe
Nêzîkatiya leşkerên Tirk: Bawerî bi YPG'ê nabe, bi DAIŞ'ê dibe
Leşkerên tirk li xeta sînor a Kobanê ya di bin kontrola YPG û YPJ'ê de tedbîrên "ewlehiyê" yên gelek dijwar digirin lê qadên çeteyên DAIŞ'ê lê tu tedbîran nagirin.
Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê di roja 49. de berdewam dike. Pevçûnên li Kobanê ji dijwariya xwe tu tişt kêm nekiriye. Têkiliya çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên tirk a li sînor her tim tê rojevê û ligel vê yêkê pêkanînên li sînor balê dikşîne. DÎHA'yê têkiliya leşkerên tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên li ser sînor pêk tê ji raya cihanê re ragihand. Li gundên sînorê Kobanê cotstandartiya leşkerên li her derê tê xuyakirin.
ENIYA ROJHILAT
Çeteyên DAIŞ'ê bi taybet li eniya rojhilatê Kobanê êrîşên xwe pêk tînin û li vê qadê gundên dagirkirin tu tedbîrên leşkerên tirk ên dewriyeyê tune ne. Leşker li eniya rojhilat li cihên çeteyên DAIŞ'ê dagirkirin tenê di qulubeyan de nobedê digirin û demên dirêj wesayîteke zirxî ya leşkeriyê tê û diçe. Welatiyên sînor dibêjin li gundên di destê çeteyên DAIŞ'ê de tevgera wesayîtan çêdibe û dem dem çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtan tên alavên gundan li wesayîtan bar dikin û dibin.
ENIYA ROJAVA
Li herêma eniya rojava ya Kobanê jî ji navenda Kobanê heya Girê Til Şeîr di bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê de ye. Li eniya rojava jî rewş belevajî rewşa eniya rojhilat e. Li vê qadê leşker di nava 15 deqeyan de bi wesayîtên zirxî dewriyeyê dike. Welatiyên nêzî sînor jî dibin gelek caran tên hişyarkirin û heqaretan li wan dikin.
Welatiyên li gundên xeta sînor diyar kirin ku şevê jî li qadên çeteyên DAIŞ'ê lê tu dewriye tuneye lê li qadên şervanên YPG û YPJ lê leşker bi wesayîtên zirxî dewreyeyan zêde dike.