Nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Dayikên Şemiyê dan: Em ê dest jê bernedin!

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan nerazîbûn nîşanî destgîrkirina 15 kesan dan ku Dayikên Şemiyê jî di nav de ne, û gotin: “Em ê dest ji Galatasarayê bernedin.”

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan destgîrkirina Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û Dayikên Şemiyê protesto kirin. Daxuyanî li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Xizma Windayan Setenay Yarici ewilî di civînê de axivî û xwest ku dorpêça li Qada Galatasarayê bê rakirin û ew ê dest ji maf û azadiyên xwe bernedin.

Yarici da zanîn ku bi van sepanan Qanûna Bingehîn tê binpêkirin û got: “Em ê serî li ber van neheqiyan netewînin. Em ê her li windayên xwe bigerin û li aqûbeta wan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. Em ê hesab ji kujeran bixwazin.”

Farûk Eren ê birayê Hayrettîn Eren ku dema destgîrkirî hat windakirin jî anî ziman ku ew ê dest ji lêgerîna windayên xwe û hesabpirsînê bernedin û divê dewlet ji Dayikên Şemiyê lêborîn bixwaze. Eren got ku ew ê her li Qada Galatasarayê bin.

Muzaffer Yedîgol ê ku birayê wî Nurettîn Yedîgol destgîrkirî hat windakirin jî anî ziman ku divê dewlet ji malbatên windayan lêborînê bixwaze û hindik ma ku ew bigihîjin edaletê û azadiya welat.

Huseyîn Ocak ê ku birayê wî Hasan Ocak destgîrkirî hat windakirin jî destnîşan kir ku heta ew negihîjin hestiyên xizmên xwe dê Qada Galatasarayê gora xizmên wan be û heta ew hestiyên xwe bibînin dê dest ji Galatasarayê bernedin.