Nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mistefa El Hemûd şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mistefa El Hemûd şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:
“Endamê me Mistefa El Hemûd duh (7’ê Nîsanê) dema li Minbicê erka xwe ya parastina gel û axa xwe pêk dianî, şehîd bû.
Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Mistefa El Hemûd re dixwazin û bi rêzdarî li ber şehîdên xwe yên bi rûmet bejna xwe ditewînin. Em soz didin gelê xwe ku heta ewlekarî û aramî li herêmên me pêk bê, em ê xebatên xwe bidomînin. Di heman demê de em ê herêmên xwe ji çete û dijminan paqij bikin.
Agahiyên nasnameya şehîd wiha ne;
Nav û Paşnav: Mistefa El Hemûd
Navê Bav: Sadiq
Navê Dayik: Emûne
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: Minbic, 22.08.2017
Cih û Dîroka Şehadetê: 07.04.2023 Minbic”