Nasnameya gerîlayê li Kato jiyana xwe ji dest da aşkere bû

Nasnameya gerîlayê li Kato jiyana xwe ji dest da aşkere bû

HPG’ê nasnameya gerîlayek ku 14’ê tîrmehê li Katoyê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê mijarê de got: “Di 13’ê Tîrmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê li herêma Warê Kurdo ya bi ser Kato jîrkayê hin pevçûn qewimîbûn û encamên wê ji raya giştî re hatibû eşkere kirin. Di vê daxuyaniya me de nasnameya rêhevalê me Erdal Hewraman hatibû parvekirin û me gotibû bi du rêhevalên me re têkilî nehatiye danîn. Ji van du hevalan yek jê rêhevalê Cesûr bû û hate zelalkirin ku gihîştiye şahadetê.

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye: Zekî Erdem bi nasnavê Cesûr Ozan, cihê jidayikbûnê: Colemerg