Nameyên girtiyên li Kiriklarê ketine grevê tên desteserkirin

Nameyên girtiyên li Kiriklarê ketine grevê tên desteserkirin

Nameya girtiyê Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 ya Kiriklarê Turgut Koyuncu ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, bi îdîaya "Piştgiriyê dide çalakiyê û dixwaze bi riya çapemeniyê li cemaweriye belav bike" hate desteserkirin. Girtiyê Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 ya Şakranê Mehmet Yavuz jî diyar kir ku, hemû heq û hiqûqa wan tê binpêkirin.

Girtiyê Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 ya Kiriklarê Turgut Koyuncu ku di 3'ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk ketiye greva birçîbûnê xwest derbarê pirsgirêkên heyî re ji berpirsiyara Komîsyona Girtigehan ya Navenda Giştî ya ÎHD'ê Necla Şengul re faks bişîne.

Koyuncu di nameya xwe de diyar kir ku, wan ji 3'ê Cotmehê û şûn ve li gel 8 hevalên xwe dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û wiha got: "Ji bo ku ez ketim greva birçîbê ya bêdem û bêdorveger lazime ku ez bi rêya nameyê armanca xwe û çalakiya xwe ya grevê bi cemaweriyê re parve bikim. Ev mafê min yê rewa û mirovane ye. Name û faksên ku li ser vê yekê min şandin bi awayekî keyfî hatin desteserkirin. Ne tenê nameya min, nameyên gelek hevalên min bi vî rengî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tên desteserkirin û sansûrkirin." Koyuncu têkildarî name û faksên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin alîkariya hiqûqî ji ÎHD'ê xwest.

'DERBARÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NIVÎSANDINA NIVÎSAN QEDEXE YE'

Lijneya Disîplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 ya Kiriklarê ya Îzmirê, nameya Koyuncu ya têkildarî grevê ji xizmê xwe re şand û 3 faksên ku ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û Navenda Giştî ya ÎHD'ê re şand desteser kir.

Lijneya Dîsîplînê ya girtîgehê sedema desteserkirina nameyan wiha vegot: "Name têkoşîna hikûmet û dewletê ya têkoşîna bi terorê re reş dike û xirab dide nîşandan. Girtî armanca çalakiya xwe wekî ji bo azadiya Abdullah Ocalan dide nîşandan û diyar dike ku, dê dernekeve hevdîtinê. Dixwaze bi riya çapemeniyê cemaweriyê ava bike. Ji ber vê yekê komîsyona xwendina nameyan name xetere dîtiye û li gorî xala 5275 ya Cezayê Ewlehiyê name li cem xwe girtiye. "

'DESTÛR NADE KU GIRTÎ ZIYARETVANÊ XWE JÎ HEMBÊZ BIKE'

Girtiyê Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 ya Şakranê Mehmet Yavuz jî diyar kir ku, hemû heq û hiqûqa wan tê binpêkirin. Yavuz name ji Endama Komisyona Girtîgehan ya Navenda Gişti ya ÎHD'ê Necla Şengul reşand û wiha got: "Hemû geşedanên li girtîgehê keyfî ne.Yavuz di nameya xwe de anî ziman ku, girtiyên ketine greva birçîbûnê mirin daye ber çavên xwe û li hembera wê mirin heye. Yavuz, anî ziman ku hemû mafê wan tê binpêkirin û hiqûq tune.

Yavuz da zanîn ku, derbarê 170 girtiyên ku ji Wezareta Dadê re name û daxwazname şandin de doz û lêpirsîn hate vekirin û wiha got: "Girtiyan 3 meh berê ji bo bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin pêk bîne daxwazname dan, lê heta niha daxwaznaeya wan nehatiye bersivandin. Yavuz destnîşan kir ku derbarê wî de heta niha 7-8 lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: "Ger ku ev ceza têkeve meriyetê ez dê êdî nikaribim ji tu kesî re binivîsim û dê hemû têkiliya min a bi derve re qut bibe. Em dixwazin hûn di vî alî de alîkariya hiqûqî bikin. Hemû mafê me yê çandî û civaki tê binpêkirin. Mafê hembêzkirina bi xizmên xwe re jî tê binpêkirin.