‘Muxatabê pirsgirêkê Abdullah Ocalan e‘
Di beşa “Heqîqet” a konferansa “Tirkiyeya Pêşerojê” de bal hate kişandin li ser rola Meclîsê ya ji bo rawestandina şer û hat gotin: “HDP hêsankariyê dike. Muxatabê vê pirsgirêkê Abdullah Ocalan e.”
Di beşa “Heqîqet” a konferansa “Tirkiyeya Pêşerojê” de bal hate kişandin li ser rola Meclîsê ya ji bo rawestandina şer û hat gotin: “HDP hêsankariyê dike. Muxatabê vê pirsgirêkê Abdullah Ocalan e.”
Konferansa bi navê “Bîr, Heqîqet, Hesabpirsîn ji bo Tirkiyeya Pêşerojê” ya ji aliyê Partiya Karker (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Navendên Civakî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ve li Enqereyê hatî organîzekirin berdewam dike.
Di konferansa ku bi beşa "Heqîqetê" dewam kir de Mûhdan Saglam li ser Rastiya Polîtîkaya Derve ya Tirkiyeyê mafê axaftinê girt. Saglam bi bîr xist ku ew di dema tezkereya 1’ê Adarê de xwendevanê lîseyê bû û wiha got: “Dema em li rengdana guhertina desthilatê ya Tirkiyê di sala 2002’an de pêkhat, li ser siyaseta derve ya Tirkiyê dinêrin, ew li ser bingeha berdewamiya namzediya Yekîtiya Ewropayê, li gorî kampa rojava hatiye organîzekirin. Lê di sala 2003’an de dema ku Tirkiyeyê bi 11’ê Îlonê re leşker şand Efganistanê yekemîn aliyê xwe yê berovajiyê nîşan da. Me dît ku di Tebaxa sala borî de di bin navê aştiyê de çi hat kirin, dema ku xelkê balafiran girtin û zarokên xwe dan leşkerên Emerîkî da ku ji zilma Talîban rizgar bibin. Ger em vegerin sala 2003; Tirkiye yek ji wan welatan bû ku herî zêde ji bo vê yekê dilxwaz bû. Ev sînorê aştiyê ye ku Tirkiye dixwaze. Ev îmkan û pîvana ji bo yên ayîdê wê nînin e. Dema em li mînaka dagirkirina Iraqê ya wê demê dinêrin, Tirkiye ji ber zextên tund ên mûxalefeta civakî re ji tezkerê re got na û leşker nehatin bicihkirin. Ahmet Davûtoglû di serdema siyaseta derve ya Tirkiyê de serdemeke nû nîşan dide. Beriya Davûtoglû 'ji sînorên xwe re rêzdar e, sînorên xwe diparêze. Namzedê Yekîtiya Ewropayê, endamê NATO’yê ye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka avê hebû’ me ev hemû dizanibû. Bi Davûtoglû re dîsa hin têgîn ketin edebiyatê. Em bûn şahidê serdema ku hêza nerm, tekezkirina Serokatiya Karên Diyanetê ya li ser Îslamê û henardekirina Îslamê. Pêvajoyek bû ku têgeha Osmanîzm, neo-osmanîzmê kete edebiyatê. Me vebûna Rojhilata Navîn dît ku bû sedem ku neo-Osmanîzm heqîqetê berovajî bike."
'PROFÎLA TIRKIYEYA KU ÎSLAMÊ LI WASHÎNGTONÊ MODERNÎZE DIKE'
Saglam diyar kir ku ew bûne şahidê pêvajoyeke siyasî ya ku tê de "Siya xewna împaratoriyê" tê firotin û wiha got: “Tirkiyê heqîqeta xwe berovajî kir û mîrateya ku ‘bi başiyê’ nayê bîranîn weke ku ‘bi başiyê’ tê bîranîn destpêkê li raya giştî ya navxweyî û piştre jî ji raya giştî ya derve re xiste bazarê. Profîla Tirkiyeya ku li gorî kapîtalîzmê ye, bi neo-lîberalîzmê re bi rûmet dimeşe û li Washîngtonê Îslamê modernîze dike hat avakirin. Lê belê di vê demê de em bûne şahidê pêvajoyeke ku hesabên li malê li gorî bazarê nayên kirin, têkiliyên li Rojhilata Navîn ne baş in, ji ber binpêkirina mafên mirovan di têkiliyên bi Rojava re pirsgirêkên cidî hene.”
‘DI SIYASETA DERVE DE ZÊDEXWAZÎ ESAS GIRT’
Saglam li ser polîtîkayên AKP'ê yên li Sûriyeyê jî wiha got: “Tirkiyê polîtîkaya xwe ya derve li ser esasê zêdexwaziyê ava kiriye. Ji siyaseta derve dûr ket. Lê di qonaxa niha de siyaseta derve ji nifşên paşerojê re bar û berpirsiyariyan tîne. Heqîqeta heyî hat nermkirin û avakirina heqîqeta nû destpêkir. Herêm, dînamîkên cîhanê yên welat şaş hatin xwendin. Em bi heqîqeteke nû ya ku ji tenêtiya giranbiha pêk tê re rû bi rû ne, ku ketiye nava polîtîkaya zêdexwaziyê. Siyaseta derve hêdî hêdî dimeşe. Tiştê ku hûn dikin bi we ve girêdayî ye. Wêrangehek li benda me ye.”
'DARAZ JÎ WEKE KADRO HATIYE DESTESERKIRIN'
Îlhan Cîhaner li ser mijara "Heqîqeta Darazê" axivî û got: "Em bi darazeke ku bûye amûra helwesta zextê ya hikûmetê re rû bi rû ne." Cîhaner axaftina xwe doman û diyar kir: “Li Tirkiyê daraz hatiye dagirkirin û desteserkirin. Bêalî û serxwebûnî hatiye rakirin. Di sala 2005’an de hîmên wê hatin avêtin û di 2007 de bi cih bû. Daraz jî weke kadro hatiye desteserkirin. Li Tirkiyê ti deman bi qasê niha darazê helwesta li gorî berjevendiya sermayê bi awayekî zelal nîşan nedaye. Di dozên Soma û dozên kedê de, darazê tercîhek çînayetî daniye holê. Em behsa darazekê ku tê payîn li dijî bêhiqûqiyên dewletê yên li ser welatiyan bên kirin bisekine, lê em qala pratîkekê dikin ku perdeyên hiqûqî ji êrîşan re dibîne. Daraz bûye burokrasî. Dûvika desthilatdariyê bûye qadeke burokratîk. Desthilatdariya siyasî biryarê dide ku divê çi bike û daraz jî vê yekê pêk tîne.”
'DARAZ AMÛRÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ YE'
Cîhaner ragihand ku li Tirkiyê daraz wekî "amûra têkoşîna li dijî terorê" tê bikaranîn û wiha pêde çû: "Dema ev yek kirin derbasbûna têgîneke şaş a terorê hat çêkirin. Ev bûye çanda darazê. Di demekê de ku ew ji bo rakirina îddîayên ku ji aliyê mekanîzmaya ewlehiyê ve hatinî û li gorî qanûnê ji hev derxîne hatiye peywirdar kirin, xwe wek endamekê dij-terorê didît. Divê li ser têgeha terorê bê rawestandin. Têgeha terorê di esasê xwe de bûye têgehek ku ji bo afirandina terorê tê bikaranîn. Dema ku mirov ji ber ji çalakiyên xwe qut weke 'terorîst' bê binavkirin, her tiştê ku dike weke kiryareka 'terorê' tê bikaranîn. Piştî ku mirov tê mohrkirin, ji welatiyekî xwedî maf û azadî tê derxistin û tînin rewşa welatiyekî ku divê bê tinekirin. Têgîna ku em jê re dibêjin Hiqûqa Ceza ya Dijmin jî hiqûqa Tirkiyê pêşwazî nake. Dema ku em li doza Kobanê, malbata Şenyaşar dinêrin, em bi tiştekî ku nikare weke bêhiqûqiyê bê binav kirin re rû bi rû dimînin. Daraz kirine olî.”
'EM Ê HESABÊ JI ERDOGAN Û HER KESÊN KU LI BI WÎ RE DIXEBITIN BIPIRSIN'
Wekîlê TÎP'ê Ahmet Şik derbarê "Heqîqeta Dewletê" axivî. Şik got: “Bûyerên ku Komara Tirkiyê weke sûc bi nav dikin plansazbûniya bûyer û diyardeyan e. Emîne Şenyaşar, Hrant Dînk û Tahîr Elçî heqîqeta vî welatî ji me re vedibêjin. Hesabpirsîna ji dîroka Komara Tirkiyê ya sed salî wê rûbirûbûna rast derxe holê. Karê me yê sereke di avakirina Tirkiya pêşerojê, avakirina Tirkiya ku em dixwazin de, vegotina rastiyê ye. Ew ji hesabpirsîneke adil re derbas dibe. Me wisa zanî ku helwesta herî şoreşger e. Ji vir pêwîst e ku ne li we belku bang li wan bikin. Bi dîtina perspektîfa ku vê konferansê di avakirina Tirkiyeya nû ya di serdema AKP'ê û piştî serdema AKP'ê de pêşkêşî me kiriye, bi vegotina heqîqetê ji welatiyan re divê gumana kesî ji hesabpirsînek li gorî pîvana herî kêm a qanûnî ya rasteqîn re ku wê derbikeve holê tune be. Divê em rave bikin ku em ê bi kê re hesabpirsînê bikin."
Şik axaftina xwe wiha domand: “Endamên darazê tevî ku dizanin cilên wan ji jiyan û azadiya mirovan hatiye çêkirin, lê weke ku wê nizanin tevdigerin bi pêkhateyên cemaet û terîqetên ku di nava burokrasiya ewlehiyê de tije bûnî re, bi amûrên çapemeniyê yên ku sûcên vê rêxistina sûcdar dinuximînin û kesên li dijî wan disekinin sûcdar dikin, bi sermayeya pergala xwe ya talanê re û emê bi Recep Tayyîp Erdogan ê ku helbet eger Komara Tirkiyê dewleta hiqûqê bûya diviyabû di girtîgehê de û ger normên herî kêm hebûna pêwîst bû li nexweşxaneyek derûnî an jî li sergoya siyasî bûya û bi her kesê ku bi wî re bazirganiyê dike hesab bixwazin. Bila gumana ti kesî nebe.”
YAPICI: GEL DÎROKÊ DINIVÎSIN
Peyama Mucella Yapici ya ku di Doza Geziyê de hat cezakirin û hat girtin ya derbarê "Heqîqeta Ekolojî û Bajar" ku ji girtîgehê şandî hat xwendin. Peyama Yapici wiha ye: “Em di rojên ku em neçarin hêviyê birêxistin bikin, biaxivin, ne tenê biaxivin, li hev guhdarî bikin û destên hev bigirin û têbikoşin de ne. Têkoşîna bajêr têkoşînek bû ku em bi salan e bi rêxistinên pîşeyî, doz, biryarên derqanûnî, projeyên mega (pir mezin) û welatiyên ji bo rantê hatine koçberkirin, didin meşandin. Lê neh sal berê tiştek qewimî, ew berxwedan çi bû, Gezî çi bû? Neh sal berê, ji bo cara yekem, şêniyên bajêr tevî hemû tengasiyên heyî karîn parkek ya ku ayîdê tu kesê nebû biparêzin û ev yek bi daxwazên xwe yên din re kirin yek. Bihevre bûyîna awarte ya li wê parkê, parastina mafên demokratîk û çalakiya protestoyî ya li dijî tundiya polîsan û neheqiyê, bû hêviyek ji bo pêşerojê û gel ji gardiyanên dilxwaz ên mejiyê xwe xilas bûn û perdeya tirs û bêhêvîtiyê ku daketibû ser welat rakir.
Ya jê tirsiyan jî ev navbera ronî ye. Ji bo çêkirina vê atmosferê û bi krîmînalîzekirina dîroka hêvîdar, rengîn û afirîner a Geziyê ya di hafizeya civakî de, hewl didin bi heqaretkirina kesên ku nerazîbûn, hêvî û berxwedanên xwe bi xwe re anîn, dîrokek nû li ser hafizeya civakî bidin sepandin. Civaka ku carekê hewl da bi hev re biaxivin, li hev binêrin, bi şertê ku xwedî heman nêrîn nebin, lê bi hev re ji bo heman armancê, ango demokrasî, aştî û jiyanek mirovîtir tevgeriyan, bi rexmê derbasbûna ewqas salan jî nikare wê ezmûnê ji bîr bike. Wê hêj gelek salên din jî xwedî li dîroka Geziyê ya aştiyane, afirîner, wekhevîxwaz û mirovî ya ku her kes tê de xwe îfade û temsîl dike, bê derketin. Di rastiyê de gel dîrokê dinivîsin, ne hikûmet.”
OZGUR: BUROKRASÎ BÛYE MAKÎNEYA GENDELIYÊ
Bahadir Ozgur li ser mijara "Heqîqeta Aboriyê" axivî û got, "Eger me aboriyê bi yek hevokekê diyar bikira, îro em ê weke feqîrbûna girseyî pênase bikin."
Ozgur anî ziman, "Em bi rejîmeke otorîter a ku ji bo birêvebirina avahiya aborî hatiye avakirin re rû bi rû ne” û wiha dirêjî da gotinên xwe; “Di serdema AKP'ê de cara yekem em bi pergala dabeşkirinê ya ku wê di şerên navxweyî de were dîtin re rû bi rû ne. Terîqetên li dora navendekê û dabeşbûna di navbera sermayeyê de. Karaktera herî diyar a rejîma dizan, sazûmankirina gendeliyê ye. Burokrasiya dewletê wek makîneya gendeliyê dixebite. AKP'ê ev kir. Lingê wê yê yekemîn taybetîkirin e. Îro gihîştiye diziya axê. Perav, park, daristan kirine mijara milkiyeta taybet. Peymanên giştî yên duyemîn jî dibin sedema xizaniya berwar û jêr-jor. Mega-projeyên sêyemîn ne ji bo avahiya aborî, lê ji bo komek diyarkirî di mekanîzmayên dabeşkirina dewletê de têne armanc kirin. Projeyên mega nifşên pêşerojê jî xizan dikin. Çaremîn, garantiya ku di serdema AKP'ê de di pîşesaziya leşkerî de hatiye dayîn 85 milyar dolar e. Ew ji şerên li Sûriye, Lîbya û herêmên Kurdan nikare qut bê destgirtin. Mîlîtarîzm çiqas bilind bibe, feqîrbûn jî ew qas zêde dibe. Fînansebûyîn, di serdema AKP'ê de xizanan kredî girtin. Mekanîzmaya krediyê di serdema AKP'ê de xizanbûna duqatî ye. Têkiliya di navbera perwerde û refahê de hat şikandin. Welatek derket holê ku hûn lê her ku dixwînin feqîrtir dibin. Di serdema AKP’ê de yekem car ekonomiya sûc sînorê neqanûnî û qanûnî winda kir. Aboriya sûc bû beşek ji aboriya legal, dînamîka wê. Aboriya sûc bûye aboriyeke ku partiyeke mezin, burokrasiya dewletê dixwe. Aboriya sûc ne tenê sûc zêde dike, xizaniyê jî zêde dike. Siyaseta demokratîk bi ketina nav xeyala veguhertina dewleteke demokratîk ve pêk tê.”
PLANA ÇOK DANÎNÊ LI HEMBERÎ HEMÛ BINDESTAN E
Mert Buyukkarabacak li ser "Heqîqeta Kedê" mafê axaftinê girt. Buyukkarabacak anî ziman ku plana Çok danînê ji bo hemû bindestan tê armanckirin û got ku bêkarî kêm nebû, mezin bû û hejmara kesên di karên ewledar de dixebitin gelekî kêm bû. Buyukkarabacak bal kişande ser bêkariya jinan jî û wiha pêde çû: “Di warê kedê de cihêkariya zayendî di asteke cidî de ye. Rêjeya kesên bi mûçeya herî kêm dixebitin ji sedî 60 e. Gundiyên biçûk nikarin zeviyên xwe biçînin."
Buyukkarabacak daxwazên kedê rêz kir û got: “Ji bo aştî, nan û edaletê pêwîste hêza gel were xwestin. Em ê bi yekbûniyê û berxwedanê bi ser bikevin."
TURKDOGAN: BI HEV RE TÊOKŞÎN
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî li ser "Heqîqeta Hiqûqê" axivî û got: "Li welatekê rejîm çi be, sîstema wê ya hiqûqî jî ewe. Em parastinê pêş dixin, nîqaşan pêş dixin, lê pergala dadwerî ya taybet a ku ji hêla Desteya Ewlekariya Neteweyî ve hatî çêkirin derdikeve pêş û em li cihekî asê mane. Pêwîst e Desteya Ewlekariya Netewî ji holê bê rakirin; Wek RTUK, YOK. Li Tirkiyê burokrasiya leşkerî-sivîl her tim belgeyan amade dike, bi sepandinan li gorî belgeyê sîstemeke darazê diafirîne. Ji nişka ve, em dikevin pozîsyona parastina xwe. Awayê jinavbirina wê jî xwe gihandina koka meselê ye. Têkoşîn e. Ger em bi hiqûqa navneteweyî ve girêdayî bin, divê biryarên Demîrtaş, Kavala bên şopandin. Me gelek belge amade kirine û me biryar girtine, lê pêwîstiya me bi îradeya siyasî heye. Ger demokrasî û hiqûq bi hev re bên serwerkirin, wê demê bi rastî jî wê pêşiya me vekirî be. Em ê ligel mûxalefeta siyasî û civakî bi hev re têbikoşin."
JI BO ZAROKAN MAFÊ HEMWELATÎTIYA WEKHEV
Sevînç Koçak li ser Heqîqeta Zarokan axivî. Koçak, anî ziman ku herî zêde zarok di bin bandora bûyerên civakî de ne. Koçak diyar kir ku ji sedî 27’ê Tirkiyê zarok in û got: “Heqîqeta kedê hat gotin. Karkertîkirina zarokan herî zêde di serdema pandemiyê de pêk hat. Pandemî pêvajoyek bû ku zarok kir karker. 720 hezar zarok karker hene. Ji van 114 hezar temenê wan di bin 14 saliyê de ne. Nêzîkî 1500 hezar ku ji wan 720 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehan de dimînin hene. Girtîgeh ji bo zarokan ne guncaw in. Di polîtîkayên şer ên dewletê de 228 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ugur Kaymaz bi 13 guleyên dewletê hat qetilkirin. Dema zarok rastî binpêkirina mafan tên em dixin rojeva xwe. Zarok di jiyanê de li ku ne, dema em behsa hemwelatiya wekhev dikin, çima em behsa beşdariya zarokan nakin? Divê em li ser çawaniya misogerkirina mafê beşdarbûna zarokan bifikirin. Em îro dikarin ji bo zarokên xwe çi bikin? Zarok herî zêde rastî binpêkirina mafan tên, bi taybetî jî mafê beşdarbûn û jiyanê. Bila mafê hemwelatîbûn û tevlêbûna zarokan wekhev be.”
HER ROJ BI GOTINA ‘QEHBIK’ JIN TÊN KUŞTIN
Fîdan Ataselîm ku bi mijara "Heqîqeta Jinê" mafê axaftinê girt, bal kişande ser qetlîamên jinan. Ataselîm got: “Dest bi êşkenceya hovane ya jinan û kuştina wan hat kirin. Ji ber ku em bi hêsanî dikarin bên kuştin, em tên kuştin. Jin hene ku ji qatên jor ên plaza û apartmanan dadikevin û ber bi xwekujiyê ve diçin. Kuştina jinan kêm nabe. Mirinên jinan ên bi guman qat bi qat zêde dibin. Qirkirina jinan veşartiye. Her çiqasê diviyabû qanûna bi hejmara 6284 ya Peymana Stenbolê çalak bibûya, lê nîvê şevê bi biryara yek kesî ji Peymana Stenbolê hat vekişandin. Em ê ji bo jiyana wekhev û azad a jinan têbikoşin. Em ji bo jin wekhev û azad bijîn têdikoşin. Bêcezabûn yek ji pirsgirêka herî mezin a di qada jinê de ye. Dema mijar dibe jinên ku mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînin, nikarin ji daxistinan sûd werbigirin. Em dibînin ku dema jin rastiyê dibêjin tên girtin. Ya ku divê bê kirin nayê kirin. Ev rastî ne rastiya îro ye. Parlamenter û siyasetmedarên jin hatin girtin. Aysel Tûglûk û gelek kesên din hê di girtîgehê de asê mane. Serokomarê vî welatî ji yên ku beşdarî berxwedana Geziyê ya ku berxwedana mafdar a gelan e re jî got 'qehbik'. Eger ew ji hemwelatiyên xwe yên li berxwe didin û ji bo mafên xwe têdikoşin re dibêje qehbik, ew rûmeta me ne. Li vî welatî bi gotin bê exlaq û qehbik jin tên kuştin. Em bi êrîşên giran yên li dijî huner, jiyan û rêxistinên me re rû bi rû ne.”
Ataselîm anî ziman ku pirsgirêkên ku tên jiyîn bi hev ve girêdayî ne û got: “Li dijî şer wê gotina aştiyê bidome. Ger em ji hemû civakê re bi domdarî bibêjin ku 'hûn bi tena serê xwe ti carî wê nekaribin bimeşin', em di wê baweriyê de ne ku em ê welatekî wekhev û azad biafirînin.
KÛRTÛLANÊ BAL KIŞANDE SER MUZAKEREYÊ
Di dawiyê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan a li ser mijara "Heqîqeta Pirsgirêka Kurd" axivî û navên siyasetmedarên girtî bi bîr anî. Kûrtûlan diyar kir ku her pirsgirêk pir girîng e û li dora wê têkoşînek heye û got, “Ya ku em dijîn, navê têkoşîna bi mirin û berdêlên giran tê dayîn e. Kurd hene, li her derê hewl dide têbikoşe. Hemû binpêkirin pêşî li ser me, li erdnîgariya ku em lê dijîn tên kirin û piştre derbasî Tirkiyeyê dibin. Me destpêkê rewşa awarte jiya. Daristanên me pir bêqîmet kirine. Daristanên me şewitandin. Muxalefet ewlehiya hilbijartinê nîqaş dike. Em baş dizanin ku; Ji hilbijartinên 1999’an û vir ve şaredariyên me piştî her hilbijartinê rastî xezebê tên. Ji sê parên Tirkiyeyê mafê dengdan û hilbijartinê tê desteserkirin. Ne tenê şaredarî, wekîlên me jî. Hevalên me yên ku berpirsyariya xwe dimeşînin rastî cezayên giran tên. Sedema krîza herî mezin a di aboriyê de pereyên ku ji bo şer tên xerckirin e. Dadgeriyê di sala 2009’an de di bin navê KCK’ê de bû sedem ku em bi awayekî komî hatin girtin. JÎTEM ku li erdnîgariya me ya em jê re dibêjin erdnîgariya faîlên wan nediyar, xwediyê kiryarên xwînrêj e. Niha jî em ê şerê SADAT'ê bikin; wisa xuya dike. Em bi rastiyeke wisa re rû bi rû ne ku di siyaseta derve de her tişt li ser destkeftiyên Kurdan û li dijî hatina wan a li gel hev hatiye endekskirin. Em ê bi heqîqetê re rû bi rû bibin. Em welatîbûna wekhev dixwazin. Em dixwazin rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. Pêwîst e muxatab bi awayekî rast bên naskirin."
Kûrtûlan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dizanin ku PKK heye. Pêwîste sedemên derketina PKK’ê ji holê bên rakirin. Pirsgirêka Kurd bi veguhestina wê li salona dadgehan de çareser nabe. Me di heyama 2013-2015’an de hinek ji wê jiyan kir. Em fikirîn ku wê aştî, hêvî şîn bibe. Dema ku zêdebûneke mîlîtarîst hebe, li ser cenazeyên leşkeran tê kirin. Xwîn herikîna xwe berdewam dike. Divê şer bê rawestandin. Ji bo wê aktor hene. Parlamento ji bo vê girîng e. HDP hêsankar e. Divê rastî were dîtin û muxatabê vê pirsgirêkê jî Abdullah Ocalan e. Tirkiye bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan ve ber bi şer ve çû. Ji bo ku rê li ber demokrasiyê vegerîne, divê bi giravê re têkilî bê dayîn û pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.”
'PERGALA TENDIRUSTIYÊ TÊK ÇÛ'
Esîn Davûtoglû Şenol jî li ser "Heqîqeta Tendirustiyê" axivî û diyar kir ku di tendirustiyê de pergala veguherîna tendirustiyê û pergala tenduristiyê têk çûye. Şenol anî ziman ku ew bi veguhertineke ku xebatkarên tenduristiyê tê de bûne meta re rû bi rû ne û got: “Xizmeta tendirustiyê xwe spartiye mezaxtina kesan. Me di bin navê reforma tendirustiyê de li çîrokan guhdarî kir. Epîdemiyê me ji çîrokê şiyar kir. Di tendirustiyê de ji bo veguhertinê pêwîstî bi piştgirîya cemawer heye.”
Konferans bi beşa “Hesabpirsînê” didome.