MOP: Êrîşa li ser Êzîdiyan sûcê li dijî dîrokê ye
MOP'ê êrîşa terorî ya Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.
MOP'ê êrîşa terorî ya Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi daxuyaniyekê dewleta Tirk ku bi êrîşa terorî Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd xistî daxuyaniyeke şermezariyê ye.
MOP'ê diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê û PDK'ê li bara vîna Êzîdiyan hurmetdar bin û bang li gelê Asûr-Sûryan û Keldan kir ku piştevanê Êzidiyan bin.
MOP'ê got,''Li ser navê gelê Asûr/Sûryan/Keldan em êrîşa li ser pêşengekî civaka Êzîdî ku yek ji civaka qedîma a Mezopotamyayê ye, şermezar dikin. Em pêşengê civaka Êzîdî yê ku jiyana xwe destdayî, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hurmet bi bîr tînin.
MOP'ê di daxuyaniyê de diyar civaka Êzîdî weke her civakê xwedî wî heqî ye ku bi vîna xwe ya azad, qedera xwe ya siyasî diyar bikin, ew vî heqî pîroz dibînin û got, ''Em ji hikûmeta Iraqê û PDK'ê hêv3i dikin ku li bara vîna siyasî ya Êzîdiyan hurmetdar bin.
Her kî bi dewleta Tirk a qirker re hevkariyê bike û berê xwe dide destkeftî û vîna siyasî ya Êzîdiyan divê zanibe ku li dijî dîroka mirovahiyê sûc dike.
Di êrîşên ser Êzîdiyan de banga me li raya giştî ya cîhanê ew e ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helweste.
Xwedîderketina li Êzîdiyan, dostanî û li rex wan sekinandin, tê maneya ku mirov xwedî li civaka dîrokî ya Mezopotamyayê û nirxên mirovî derbikeve.
Em MOP bang li gelê Asûr/Sûryan/Keldan dikin ku xwedî li neteweya dost Êzîdiyan derkevin.''