MLKP: Li dijî şer û mêtingeriyê em 1’ê Gualên bibin yek

MLKP’ê ragihand, “Li dijî bêkarî, giraniyê, bê edaletiyê, zilm û şerê mêtingeriyê, em 1’ê Gulanê li meydanan bibin yek.”

Komîteya Navendî ya MLKP’ê têkildarê 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Faşîzma qesrê ya ku gelê me yê kedkar di bin zexta bêkarî, giranî û xizaniyê de radigire, ji bo ku karker, jin, ciwan feqîran, Elewiyan û netewa Kurd bike koleyên xwe yên bê ziman, bi hemû hêza xwe êrîş dike.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:

"Wekî ku biryara Doza Gezî jî nîşan dide, dîktatoriya Erdogan dixwaze tolhildana faşîst bi awayekî herî bêperwa pêk bîne. Jixwe çarenûsa doza HDP’ê û ya berxwedanên 6-8'ê Cotmehê yên li dijî DAÎŞ'ê hatin pêşxistin ji niha ve diyar e. Şefê faşîst, ji bo bilezîne ku her yek ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biguherîne zindanê û serweriya tirsê xurt bike; dixwaze bi teroreke pir tund a dewleta faşîst ve têkoşîna maf û azadiya karker, jin, ciwan û gundiyên kedkar biperçiqîne. Bi komkujî û dagirkeriya li qadên gerîlayên azad ên li Başûrê Kurdistanê û bi belavkirina dagirkeriya mêtinger li qadên nû yên Rojava, dixwaze bêdengiyeke miriyan li Bakurê Kurdistanê belav bike.

DYE, Îngiltere, Elmanya, Fransa, Rûsya ji bo ku faşîzma qesrê têkoşîna neteweya demokratîk û PKK’ê tine bike, her cure destekê didin mêtingeriya faşîst û înkarker. PDK weke sîxur û leşkerê Erdogan, her cure bêbextiyê dike. Rejîmên Iraq, Îran û Suriyê ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi xwînê bifetisînin, weke piştewanên dewleta burjuvaziya Tirk û rejîma şeftiya faşîst tevdigerin.

Komunîst, şoreşger, tevgera netewî ya demokratîk, hêzên wan ên milîs û gerîla wê li hemberî dijminên mêtinger, faşîst û înkarker ên gelên me bi biryardarî, cesaret û fedekariyeke mezin li ber xwe bidin û têbikoşin.

Karker, jin, ciwan, bêkar û xizan ji bo ku vê rejîma mêtinger a faşîst, serdest a zilamsalar û înkarker tine bikin, neçar in ku bi xwepêşandan, meş, berxwedan, grev, boykot, desteserkirin, çalakiyên milîsan û serhildanên taxan şer mezin bikin. Ger mirov bikeve xefika partiyên pergala burjuwazî yên ku soz didin ku pirsgirêk li ser sindoqan çareser dibe, hewl didin hêza guherînê ya gelên me di reweşeke kilîtkirî de bihêlin, lê di rastiyê de bi xwe jî ne bawer in ku ew ê bi rastî hilbijartinek çawa be; di rewşeke wiha de ger ku kolan, meydan, taxên kedkaran, qadên karkeran û dibistan ji serdestiya faşîzm û tirsê re bê hiştin, divê neyê ji bîr kirin ku ew ê di warê edalet û jiyana fîzîkî de mehkûmî şert û mercên herî nemirovî bibe.

Em bang li karkerên Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Asûrî, Pomak, Rûm, Yewnanî, Boşnakî, Ermenî, Keldanî, Tirkmen, Laz, Arnavût, Gurcî, ciwan, jin, gundiyên kedkar, gelên me yên xizan dikin ku li dijî faşîzma Qesrê bibin yek, qadên 1'ê Gulanê tije bikin, qedexeyên polîsan nas nekin, bi pankart, al û dirûşmeyan bi awayekî azad xwe îfade bikin."