Milîsên HBDH Kurdistanê li Dîlokê meşiyan qereqolê

Milîsên Botan Başkale yên HBDH Kurdistanê ji bo pîrozkirina serfiraziya Garê li Dîlokê meşiyan qereqolê.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 17’ê Sibatê de milîsên me li derdora qereqola Şehîdkamîl Karacaoglan a Dîlokê daketin kolanan û bi sloganên ‘Silav ji şervanên li Garê re’ û ber bi qereqolê ve meşiyan. Dema polîsan êrîş kir, hêzên me bi teqemeniyên bi destan û fîşekên hewayî li polîsan dan û nehiştin ku polîs têkevin qadê.

Em bi çalakiya xwe gerîlayên azadiyê yên Kurd û gerîlayên HBDH’ê yên berxwedana li Garê veguherandin serfiraziyê silav dikin. Em diyar dikin ku me vê çalakiya xwe jî ji bo bîranîna fermandarê Zapê Botan Başkale kiriye.”