Milîsên HBDH’ê 4’ê Nîsanê bi çalakiyan silav kirin
Milîsên Mahsûm Karaoglan ên HBDH’ê diyar kirin ku wan bi çalakiyên ku lidar xistine rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirine.
Milîsên Mahsûm Karaoglan ên HBDH’ê diyar kirin ku wan bi çalakiyên ku lidar xistine rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirine.
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate gotin, “Milîsên me çalakiyên dilsoziya bi rêberên şoreşger re li dar dixin. Bi wesîleya vê dilsoziyê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya welat hate pîrozkirin. Rojbûna Abdullah Ocalan ê ku nêzî çaryek sedsal e di bin êrîşeke giran a tecrîd û îmhayê de ye, bi çalakiyên curbecur hate pîrozkirin.”
Di daxuyaniyê de çalakî wiha hatin rêzkirin:
“*Milîsên me yên ku şeva 3’ê Nîsanê li Edeneyê daketin qadan, xwepêşandan kirin. Pîrozbahiya ku bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan hate lidarxistin, ji aliyê gelê me yê kedkar ve rastî eleqeyek mezin hat.
* Şeva 3’ê Nîsanê komek milîsên me ya ji 15 kesan pêk tê li Stenbolê pankart vekirin û çalakiya girtina rê lidarxistin. Milîsên me yên ku xwestin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin, xwepêşandaneke rêbir lidarxistin. Milîsên me yên bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan meş pêk anîn, Abdullah Ocalan silav kirin.
* Li Amedê milîsên me ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeva 3’ê Nîsanê daketin kolanan. Milîsên me yên ku li Sûrê xwepêşandanek li dar xistin, bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan çalakiyek li dar xistin.”