Mîhrîcana mirovê ji gazê îro ye
Mîhrîcana mirovê ji gazê îro ye
Mîhrîcana mirovê ji gazê îro ye
Ji bo protesto kirina çapemeniya ku çalakiya Parka Gezî ji nedîtî ve tê îro dê “1’mîn Mîhrîcana Mirovê ji Gazê ya Kevneşopî” îro li Kadikoyê pêktê. Dê li qada mîhrîcanê ji TOMA’ya maketê av bê avêtin û ji kaxezê efektên gaza îsotê bê zindî kirin. Modavan Barbaros Şansal dê “Defîleya çapûlcû” pêşkêş bike.
Ataol Behramoglû, Şebnem Sonmez, Zekî Alasya, Metîn Akpinar, Leman Sam, Tarik Akan, Levent Uzumcu, Sevînç Ebûlak, Fusûn Demîrel, Ayşen Guruda, Ayşe Emel Mescî, Tevgera Hunermendan, Weqfa Yeketiya 68’an, Sendîkaya Lîstikvana, Platforma Li Şûna Pira Sêyemîn ji Nû ve Jiyan û gelek hunermendan piştgirî didin mîhrîcanê. Mîhrîcana ku dê di demjimêr 17:30’an de li Qada Îskele destpê dike çav lê ye ku, Ataol Behramoglû, Guvenç Dagustun, Nazim Kumpanya, Renan Bîlek, Bulutsuzluk Ozlemî, Ferîdûn Duzagaç, Hakan Vreskala, Cem Adrian, Sattas, Koroya Çapulcuyan û Civata Mîr Sanat, her wiha gelek hunermend tevlî bibin.