Mexdûra erdhejê Mûtlû ji bo kurê xwe yê çavê xwe nabîne alîkarî xwest

Mexdûra erdhejê Aylîn Mûtlû dixwaze çavekî nû yê protez ji kurê xwe yê 9 salî re bikire ku ji jidayikbûnê ve çavê wî yê çepê nabîne û ji bo vê jî daxwaza alîkariyê kir.

Dayika sê zarokan Aylîn Mûtlû li taxa Ekîncî ya Hatayê dima, lê di erdhejê de xisar li mala wê bû. Aylîn Mûtlû niha hewl dide protezekî nû yê çav ji bo kurê xwe yê herî mezin Mehdî yê 9 salî re peyda bike, ku ji jidayikbûnê ve çavê wî yê çepê nabîne. Aylîn Mûtlû dibêje ku çavê protez êdî ji kurê wî re biçûk bûye, lewma dixwaze biguhere, lê belê ji bo karibe protezekî nû bikire pereyê wê nîne. Mûtlû ji ANF'ê re axivî û daxwaza alîkariyê kir.

'2 MEH IN EM LI BINÊ KONÊ SERAYÊ DIMÎNIN'

Aylîn Mûtlû ragihand ku ew bi zorê ji erdhejê rizgar bûn, xisar li mala wan bû, ji ber vê yekê jî neçar mane ku tevî hevser û sê zarokên xwe li binê konên serayê bimînin. Aylîn Mûtlû bi bîr xist ku hersê zarokên wê biçûk in, lewma karê wan hîn zehmet e û got, "Hebûna hevserê min li gel min hêz da min. Bi rojan me nekarî betaniye peyda bikin, ji ber ku konên me yên sera hebûn em gelekî bi şens bûn. Gelek ji cîranan li vir bi cih bûn. Nêzî 20 malbat 2 meh in em li binê konên serayê de ne."

'ŞERT Û MERCÊN NEBAŞ BANDORA HERÎ GIRAN LI KURÊ MIN DIKE'

Aylîn Mûtlû diyar kir ku şert û mercên giran bandora herî mezin li kurê wê yê mezin dike ku çavekî wî nabîne û got, ji ber molozan û şert û mercên nepaqij her gavê dibe ku enfeksiyon pê re rû bide. Aylîn Mûtlû ragihand ku çavê çepê yê kurê wê Mehdî hîn ji jidayikbûnê nabîne û anî ziman ku ji ber vê yekê hîn 1.5 salî bû hate emeliyatkirin.

'PROTEZ GELEKÎ BIHA YE, HÊZA ME NÎNE KU EM ÇÊBIKIN'

Aylîn Mûtlû got, "Ji ber ku rehên li pişt çav bi kêr nedihatin, piştî demekê nuqteyên sor li çavên wî der bûn. Ji bo tedawiyê min 10 doktor guhert. Doktorekî ji min re got ku çav biçûk dibe û eger jê nekin û protezê nexin şûna wî dibe ku heta bi hetayê bê girtin. Ji bo ji aliyê dîtina derve û mezinahiyê ve pirsgirêk nebe me çav bir. Hîn di 1.5 salî bû du caran emeliyat bû, piştre jî me protez xistin çav. Ji ber ku li Hatayê kesekî protez çêdike nîne me li Edeneyê pîvand û li Enqereyê protezek kirî. Ji ber ku ev protez lê gelekî biçûk bûye, her tim şil dibe, kul dibe. Me derman bi kar anî lê belê êdî ew jî zehmet e, bi dest nakeve. Ji bo careke din bipîvin em ê biçûna Enqereyê lê mixabin erdhej pêk hat û rewşa me hîn nebaş bû. Protez gelekî biha ne û êdî hêza me nîne."

'NE MADÎ NE JÎ MANEWÎ HÊZA MIN NEMA'

Aylîn Mûtlû diyar kir ku protez niha lê gelekî biçûk bûye, lewma her gavê dibe ku enfeksiyon lê der bibe û got, "Me karîbûya protezekî nû bikiriya wê baş bûya. Ji bo vê jî daxwaza alîkariyê dikim, ji ber ku ne ji aliyê madî ne jî ji aliyê manewî ve hêza min nema. Zarok ji xwe ji perwerdeyê bêpar mane. Ji ber erdhejê psîkolojiya wan xera bûye, axaftina wan hemû li ser bûyeran e. Tevahiya rojê di nava gemara molozan de digerin. Ji bo protezekî nû alîkarî ji bo me lazim e, hêvîdarim wê çare bê peydakirin."